Esnafê ku tundî li zarokekî kir hat girtin 2020-11-17 09:52:55   RIHA – Li Rihayê, esnaf Mahmût A. ku li kuçeyê tundiyê li zarokekî biçûk kir, ji sûcdariya “derbkirina zarok” hat girtin.    Li navçeya Eyûbiyeyê ya Rihayê esnaf Mahmût A. ku li kuçeyê tundiyê li zarokekî biçûk kir. Li gorî angaştan, di 14’ê mijdarê de li taxa Haleplîbahçeyê zarokekî pere ji ajokar û esnafan dixwaze. Heman zarok ji bo av vexwarinê timik dikeve dikanekê û dertê. Xwediyê dikanê Mahmût A. ku ji vê rewşê aciz dibe, bi awayekî hovane bi kulm û pîhînan zarokê derp dike û wî bilind dike û li erdê dixe.    HAT GIRTIN    Ev tundiya Mahmût A. li bajar bû sedema bertekan û herî dawî duh Mahmût A. hat binçavkirin. Hat hînbûn ku li gel vê tundiyê jî malbata zarok ji Mahmût A. nebûye gilîdar. Piştî ku gotinên Mahmût A. li miduriyeta polisan hatin girtin sewqî edliyeyê hat kirin. Mahmût A. li dozgeriyê diyar kir ku ji ber kiryara xwe ya hovane poşman e. Dozgeriyê Mahmût A. sewqî Dadgeriya Cezaya Silhê kir û dadgeriyê bi sûcdariya “derbkirina zarok” biryara girtina wî da.