12’emîn danişîna Kemal Kûrkût dest pê kir 2020-11-17 11:59:37   AMED – Danişîna doza xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût ku di pîrozbahiyên Newrozê de ji aliyê polisan ve hatibû kuştin, di bin dorpêça polisan de dest pê kir.    Kemal Kûrkût, di pîrozbahiyên Newroza sala 2017’an de ji aliyê polisan ve hat kuştin. 12’emîn danişîna doza ku derbarê polisê kujer Y.Ş. de bi sûcdariya “kuştina bi zanebûn” li 7’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hatibû vekirin, dest pê kir. Polisê bersûc û parêzerên xwe tevlî danişînê nebûn. Parêzerên malbata Kûrkût Mehmet Emîn Aktar, Cîhan Aydin, Serdar Çelebî, Sîdar Avşar, Mehmet Oner û Mûhlîs Ogûrgul li danişînê amade bûn.    DORPÊÇA POLISAN   Beriya danişînê li pêşiya edliye û eywana dadgehê ji aliyê polisan ve bergiriyên zêde hatin girtin. Bi hinceta vîrûsa koronayê parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Hişyar Ozsoy, rojnamger jî di nav de tenê 18 kesan weke temaşeker girtin eywana dadgehê.    DOZGER MUTALAAYA XWE DUBARE KIR   Dozgerê dozê dîsa mutalaaya xwe dubare kir û bi sûcdariya “kuştina bi zanebûn” daxwaz kir ku bersûc Y.Ş. ji 3 salan heta 9 salan bê cezakirin.    DANIŞÎN DIDOME   Danişîn niha di bin dorpêça polisan de bi parastina parêzerên malbata Kûrkût didome.