Di doza Kemal Kûrkût de polîs beraet kir 2020-11-17 13:06:10 AMED - Di doza xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût ê ku di pîrozbahiya Newroza Amedê hat kuştin de, şandeya dadgehê derbarê polîsê kujer Y.Ş. de biryara beraetê da.   Danişîna 12’emîn doza derbarê polîsê bersûc Y.Ş. ê ku di Newroza 2017 a Amedê de, xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût kuşt de hatibû vekirin, li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Malbat û birayê Kûrkût Cîhan Kûrkût, parêzerên malbatê Mehmet Emîn Aktar, Cîhan Aydin, Serdar Çelebî, Sîdar Avşar, Mehmet Oner, Mûhlîs Ogûrgûl, bersûc û parêzerê wî beşdarî danişînê bûn.    DORPÊÇE ZÊDE    Polîsan berî danişînê, pêşiya Edliya Amedê û di korîdora salona dadgehê de, dorpêçek zêde giritn. Bi hinceta pandemiyê, tenê destûr hat dayîn ku 18 kes beşdarî danişînê bibin.    Dozger bi dest pê kirina danişînê re mutalaya xwe dubare kir û xwest polîsê kujer bi sûcdariya “Bi zanebûn mirov kuştin” bê ceza kirin. Dozger daxwaz kir ku 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê  li kujer bê bîrin.   Birayê Kurkût Cîhan Kûrkût, da zanîn ku ber wêne tunebûna wê darizandin jî nehatiba kirin û wiha got: “Em daxwaza darizandinek adîlane dikin.”   Parêzer Mehmet Emîn Aktar jî, da zanîn ku ew tevlî mutalaayê nabin û wiha parastin kir: “Dozger dibeje qezayek rû da. Em vê qebûl nakin. Ger wêneyên rojnameger Abdurrahman Gok tunebûyan, wê ev darizandin jî nehatiba kirin. Ji xwe Walî ‘bombeya zindî bû’ got. Bersûc rojekê bi tenê jî nehat girtin. Nirxê jiyana ciwanekê 22 salî, hêjayê rojekê girtina bersûcan jî nehat dîtin. Em hêvî dikin ku ne cezakirin bi dawî bibe.”    BIRYARA BERAETÊ HAT DAYÎN   Parêzerê bersûc jî di parastina kir  de xwest muwekîlê wî bê beraetkirin. Şandeya dadgehê, dûre piştî navberê biryara beraetê ji bo polîsê kujer da.      Dadgerekê ku tevlî biryara beraetê nebû, diyar kir ku bersûc “bi zanebûn mirov kuştiye” û ev jî sûce.