Daneyên îro yên Covîd-19'ê: 103 kes mirin, 3 hezar û 819 kes jî pê ketin 2020-11-17 21:19:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19'ê 103 mirovên din mirin û 3 hezar û 819 mirov jî bi şewbê ketin.      Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 103 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 3 hezar û 819 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyeyê heya niha 11 hezar û 704 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 421 hezar û 413.