Tevî hemû astengiyan xebatên xwe dewam dike 2020-11-18 09:17:18 ŞIRNEX - Hevşaredarên navçeya Sîlopiyê Adalet Fîdan û Sûleyman Savluk, derbarê xebatên şaredariyê de axivîn û ev tişt gotin: "Di vê serdema pandemiyê de jî, ligel hemû astengiyan me xebatên xwe bê navber dewam kirin.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di hilbijartina 31’ê Adara 2019’an de 3 şaredarên bajarê mezin, 5 bajar, 45 navçe û 12 bajarok, bi giştî 65 şaredarî qezenc kiribûn. Lê 6 hevşaredar bi hinceta “KHK’î ne” mazbatayên wan nehat dayîn. Dûre yek bi yek qeyûm tayînî şaredariyan hatin kirin. Herî dawî jî di 2’yê Cotmehê de, Hevşaredarên Qersê hatin girtin û qeyûm tayînê şûna wan hat kirin. Bi vê qeyûm tayîknê 48 şaredariyên dibin rêveberiya HDP’ê de hatin kirin.    Ligel hemû bêderfetî û astengiyên mezin jî, yek ji şaredarên HDP’ê ku di gelek qadan de xizmet û xebatên giran biha kirin Şaredariya Navçeya Sîlopî ya Şirnexê ye. Hevşaredarên Sîlopiyê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk, derbarê xebatên bi rêve dibin, zext û astengiyên rastî tên de axivîn.   Hevşaredaran, diyar kirin ku ew bi astengiyên mezin re rûbirû ne û dan zanîn ku tevî hemû astengiyan jî ew dev ji xizmetkirina gel bernadin.    QEYÛM GIRTIN WAN VEKIRIN    Hevşaredara Sîlopyayê Adalet Fîdan, anî ziman ku wan bi xîzmeta xwe hewl da ku zirara qeyûm a li navçeyê pêk aniye sererast bikin û wiha axivî: “Piştî hilbijartina 31'ê Adarê me dest xebatên xwe kirin. Dema ku me şaredarî dewr girt, em bi sosretîkî re rûbirû man. Bajareke xirabeyî pêşberî me bû. Ji ber vê jî pirsgirîkên gelek mezin hebûn. Di serî de şewirmendiya jinê hatibû girtin û di heman demê de hîbeyî saziyek din hatibû kirin. Dîsa cihek weke çandê ya ciwanan hatibû girtin. Avahiya çandê kiribûn 3 perçe. Her perçeyekê wê kiribûn bin xîzmeta saziyên cuda. Dabûn saziyên eleqeya wan bi çandê re tuneye. Dîsa gelek amûrên şaredariyê hîbeyî saziyên din kiribûn. Ji ber vê qaseyek vala û şaredariyek deyndar pêşberî me bû. Astengî pir bûn.”   XEBATÊN JINAN KIRIN   Fîdan, bal kişand ser xebatên xwe û wiha got: “Me di serî de jî got, erka me ya sereke em ê bajarê xwe bi gelê xwe re rêve bibin. Bi vê şîarê me dest bi xebatên xwe kir. Li ser daxwaza jinan me di salekê de şêwirmendiya jinê vekir. Dîsa miduriyeta polîtîkayên jin me vekir. Di bin sîwana gerînendeya jinê de me yekîne vekirin. Yek tundiya li dijî jinê, yek jî perwerdehiyê û ya din jî ya aboriyê bû. Di heman demê de me xeta jinan vekir. Jinên ku rastî tundiyê tên li ser vê xetê xwe digihînin me. Her wiha me baxçeyek jinê ava kir. Di vî baxçeyî de jinan bi hevre çandin kir û fêqiyên herêmî çandin. Me ev zebze û fêqî li taxan li jinan belav kirin."     'XEBATÊN TÊN ASTENGKIRIN'    Fîdan, da zanîn ku xebatên ew dixwazin ji bo jinan bi cih bînin tên astengkirin û wiha bilêv kir: “Ev jî nêzîkatiya dewletê ya li hemberî jinê radixe ber çavan. Şewirmendiya me xwest ku di çarçoveya 25'ê Mijdarê de li taxan bi jinan re bicive, lê mixabin bi hinceta pandemiyê hat qedexekirin. Di xebatên xwe de me jin, zarok û ciwan gelek esas girtin. Me li dijî tiryakê ji ciwanan re qadên werzîjê vekirin. Ciwanan eleqeyeke mezin nîşan dan. Dîsa me di taxan de baxçeyên zarokan ava kirin. Em armanc dikin ku li 11’ê taxan baxçeyên zarokan ava bikin. Heya niha me li 2 taxan baxçeyên zarokan avakirin. Şewirmendiya me li taxan li ser îstîsmara zarokan, tundî û destavêtên li dijî jinan xebat dan meşandin. Dîsa li ser qetilkirina jinan me xwest sînevîzyon amade bikin. Me sê caran serlêdan kir ku em vê xebatê bikin, lê hat astengkirin. Weke hincet jî, şewba vîrûsa koronayê hat nîşandin. Xebatên me vî awayî tim û tim tên astengkirin. Di serî de ji me re nabêjin qedexe ye, dema ku em amadekariyên xwe diqedînin û seatek dimîne ji bo xebatê ji me re nû dibêjin qedexe ye. Bi van qedexeyan tundiya li dijî jinan erê dikin. Ji ber wê xebatên me tên astengkirin."   'EM LI HER QADAN RASTÎ CUDAKARIYÊ TÊN'    Hevşaredar Sûleyman Savluk jî axivî. Savluk, anî ziman ku li dijî xebatên şaredariyê helwestek pêşgir hatiye pêşxistin û wiha got: “Gelek faktor hene ku xebatên şaredariya me asteng bikin. Şaredariyên AKP’î kengî bixwazin ji Banka Bajaran dikare kredî bigire. Gava em li Enqerê bi karbidestên Banka Bajaran re civiya, wan aşkere gotin, dê ji şaredariyên HDP re kredî, nedin. Em vê cudakariyê red dikin. Em di xebatên xwe de vê weke sedem nabînin û em hewl didin ku bi xebateke herî baş ji gelê xwe re xizmetê bikin. Em diçin cem gelê xwe û ji gelê xwe re dibêjin em dikarin çi bikin û pêşniyarên we çi ne?”     ‘ME ASTENGÎ NAS NEKIRIN’   Savluk, kirînên qeyûm bi bîr xist û wiha rêz kir: “Di dema qeyûm de bajarvaniyek cidî ya bê plan hebû. Ev jî ji kar û xebatên me re dibe asteng. Bi hewlêdanên cuda dixwazin xebatên şaredariyê asteng bikin. Li vir, em hem têkildarî xebatên stabîlîzasyonê û hem jî, di tevgera alavên xwe de li bajêr bi cezayê yên giran re rûbirû tên. Bi dehan mîlyar ceza li makîneyên me yên kar tên birîn. Li vir erebeyên rê hebûn. Wesayîtên wan û yên me li heman cîhê wesayîtên stabîlîze dikirin, lê mixabin trafîkê wesayîtên me dan aliyekî û ceza jê re birîn, lê yên din hiştin. Nêzîkatiya ji şaredariyên din re tê nîşandan ji ya me re nayê nîşandan. Di vê serdema pandemiyê de jî, me xebatek şoreşgerî da meşandin. Me astengiyên ku heyî wekî sedem nîşan nedan û xizmeta pêwîst çibe, me ji gelê xwe re kir. Em her tim dahatû û lêçûnên xwe bi bîlboardan ve dadileqînin. Da ku hatiya gelê me ji her tiştî hebe.”   MA /Zeynep Dûrgût