3 sal in girtî Arîf bayram nabin nexweşxaneyê 2020-11-18 09:23:26 AMED - Sedat Alçîçek ku li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê girtî ye, ragihand ku jiyana wan di xeteriyê de ye û rêveberiya girtîgehê 3 sal in hevalê wan Arîf Bayram nabin nexweşxaneyê. Girtî Sedat Alçîçek ku li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê girtî ye, binpêkirinên mafan ku li girtîgehê pêk tên, bi rêya telefonê ji malbata xwe re ragihand. Alçîçek, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê bi awayekî dijqanûnî tev digere, gelek mafên wan bin pê dike û jiyana wan dike xetereyê.    BI ŞEV IBI SER KOGÛŞAN DE DIGIRIN   Alçîçek, ji malbata xwe re daye zanîn ku gardiyana bi şev ji nişka ve bi ser kogûşên wan de digirin û li gel vîrûsa koronayê jî destên xwe didin her derê û ev tişt gotine: “Tirsa me ya ku virûsa koronayê li me belav bikin zêde ye. Ji xwe tu tedbîrên parastina ji koronayê pêk naynin. Ne maskeyan didin me, ne jî amûrên paqijiyê. Di ser de jî bi awayekî komî dikevin kogûşên me û jiyana me dikin talûkeyê.”   PIRTÛK Û ROJNAMEYAN NADIN GIRTIYAN   Di berdewanê de Alçîçek ji malbata xwe re ragihandiye ku zextên li girtîgehê roj bi roj zêdetir dibin û van agahiyan parve kiriye: “Pirtûkên ku em dixwazin nadin me û yên me jî bi giranî berhev kirine. Agahiya me ji der ve qut kirine. Radyo û rojnameyan nadin me. Tenê dixwazin em çend qenalên televîzyonê yên medya desthilatê temaşe bikin. Têkiliya me û hevalên me yên din ji hev qut kirine. Bi hincetên cuda qada hevpar qedexe kirine.”   3 SAL IN BÊ DIRAN E   Herî dawî Alçîçek rewşa hevalê xwe yê nexweş Arîf Bayram bi van gotinan ji malbata xwe re ragihandiye: “Arîf bêdiran e û nikare xwarinekê jî bicû. 3 sal e li gel ku pereyê xwe jî daye wî nabin nexweşxaneyekê ku diranên wî pêvekin. Hevalê me ji ber ku nikare xwarinê bicû û bixwe gelek nexweşî lê peyda bû ne. Roj bi roj rewşa wî xirab dibe. Bi awayekî dijmirovî tundiyeke wiha li hevalê me dikin. Divê kesayet û saziyên pêwendîdar daxilî vê mijarê bibin.”