Derbarê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de heta 25 sal cezayê hepsê hat xwestin 2020-11-18 13:45:09   AMED – Ji Hevseroka KCD’ê Leyla Guven re di navbera 9 sal û 6 meh û 25 sal cezayê hepsê hat xwestin. Dozger bi beyanên şahidên ku Guven nas nake û ji ber axaftinê wê wek sûc dibîne.   Derbarê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de ji 18 sûcan doz hene û van dozan di dosyeyekê de gihandine hev. Danişîna doza Guven ku ji 18 dozan tê darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê hat lidarxistin. Guven bi îdiayên “Rêxistin ava kiriye û birêve biriye”, “endama rêxistinê ye”, “xelkê beşdarî civîn û xwepêşandan û meşên li dijî qanûnan e kiriye” û “tevî bangan jî bêçek beşdarî meşê bûye û belav nebûne” tê darizandin. Dozgerê dozê bi daxwaza cezakirinê biryara xwe eşkere kir. Guven beşdarî danişînê nebû û parêzerên wê Serdar Çelebî, Cemîle Turhalli Balsak di danişînê de amade bûn.   Dozger bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propaganda rêxistinê kiriye” du caran cuda were cezakirin û ji 11 sûcan jî beraetê xwest.   ŞAHID NAS NAKE JÎ LÊ DOZGER CEZA DIXWAZE   Dozger îdia dike ku Guven li ser armanca “PKK-KCK’ê” xebitî ye û daxuyanî dane. Dozger xwest Guven bi îdiayên “daxilî pergala rêxistinê ya hiyerarşîk bûye”, “ji rêveberên payebilind ên rêxistinê ferman girtiye” û ji sûcê “endamtiya rêxistinê” di navbera 7 sal û 6 meh û 15 salan de cezayê hepsê lê were birîn. Dozger tevî ku di beyanên şahid de ku gotiye ew Guven nas nake jî lê dîsa biryara cezakirinê daye.   Her wiha dozger ji du îdiayên “propagandaya rêxistinê” jî xwest 10 sal ceza li Guven were birîn.   Parêzerên Guven, li ber mutala ango biryara dozger ji bo parastinê dem xwestin. Şandeya dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û danişînek din taloqî 21’ê kanûnê kir.