5 Bajarên întihar li wan zêde ne 2020-11-18 13:58:36   NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî xebata ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Civakî-Polîtîk ên Qadê ve hatiye kirin, di navbera 2015-2019’an de 16 hezar û 355 bûyerên întiharê çêbûne. Li gorî gelhaya bajaran bajarên ku herî zêde bûyerên întiharê li wan çêbûne bi dorê Dersim, Erdexan, Bûrdûr, Aydin û Edîrne ne.   Navenda Lêkolînên Civakî-Polîtîk ên Qadê, li ser daneyên Saziya Statîskan a Tirkiyeyê (TUÎK) ên di navbera sala 2015-2019’an de xebatek meşand û daneyên întîharê û sedemên wan berhev kir. Navendê vê xebata xwe weke raporeke li ser malpera xwe weşand. Li gorî vê xebatê bûyerên întiharê herî zêde di nav zilam de pêk hatine. Herî zêde jî ciwan û zarokan xwe întîhar kiriye. Li gel bûyerên întiharê di nav salan de kêm bûne jî di sala 2018’an de careke din zêde bûne. Sedemên piraniya întiharan jî kar û pirsgirêkên debarê ne.    16 HEZAR Û 355 KESAN ÎNTIHAR KIRIYE   Li gorî raporê, di navbera salên 2015-2019’an de 12 hezar û 384 kes jê zilam û 3 hezar û 971 kes jê  jî jin bi giştî 16 hezar û 355 kesan întihar kiriye. Li gorî daneyên raporê ku daneyên fermî ne, bajarên herî zêde întihar li wan pêk hatine, Stenbol (2370), Îzmîr (1063), Enqere (1001) ne. Li gorî rûberîhevkirina gelheya bajaran, bajarên ku herî zêde bûyerên întîharê li wan çêbûne, Dersim, Erdexan, Bûrdûr, Aydin û Edîrne ne.    REWŞA BAJARÊN KURDISTANÊ   Li bajarên Herêma Rojhilat û Başûrê Rohilatê jî bajarên ku herî zêde bûyerên întiharê li wan çêbûne, Amed (370), Dîlok (351) û Riha (284) ne.