Dozger, bêyî ku parastina wan bê girtin ji bo Tûncel û Kişanak ceza xwest 2020-11-18 17:26:56   MELETÎ – Di danişîna doza siyasetmedarên jin ên kurd Sebahat Tûncel û Gultan Kişanak de dozger bêyî ku parastina wan bê girtin ji bo Tûncel û Kişanak ceza xwest. Tûncel û Kişanak jî gotin ku ji ber vê helwestê dê parastin nekin.    8’emîn danişîna doza siyasetmedarên jin ên kurd Hevseroka Giştî ya berê ya DBP’ê Sebahat Tûncel û Hevşaredara berê ya Amedê Gultan Kişanak, li Meletiyê hat dîtin. Tûncel û Kişanak, ji Girtîgeha Kandirayê, parêzeran wan Cemîle Tûrhalli, Mehmet Emîn Aktar, Mesût Beştaş ji Edliyeya Amedê û parêzer Sebahat Gençtarih jî ji Edliyeya Mersînê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî danişînê bûn.      DOZGER CEZA XWEST   Di danişînê de dozger bêyî ku paastina Tûncel û Kişanak bê girtin, mutalaaya xwe pêşkêş kir û bi sûcdariya “rêveberiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” xwest Tûncel û Kişanak bên cezakirin.   TÛNCEL Û KIŞANAK LI DIJÎ MUTALAAYÊ DERKETIN   Tûncel û Kişanak, piştî pêşkêşkirina mutalaayê, mafê axaftinê girtin û bertek nîşanî mutalaaya ku bêyî girtina parastina hat peşkêşkirin dan û diyar kirin ku di doznameyê de xebatên wan ên siyasî bûna mijara sûc û ew vê yekê qebûl nakin. Her wiha ji ber vê helwesta dozgerê dozê gotin ku wê parastin nekin.    JI PARASTINÊ DAXWAZA DEMÊ KIRIN   Parêzer jî li dijî mutalaaya hat pêşkêşkirin derketin û ji bo parastina li dijî mutalaayê daxwaza dema zêde kirin.    DANIUŞÎN TALOQ BÛ   Heyeta Dadgehê daxwaza dema zêde ya parastinê ya parêzeran qebûl kir, biryara berdewema girtina Tûncel û Kişanak da û danişînî taloqî 6’ê çileya 2021’an kir.