Angaşta ‘leşkerê çeka wî pêde teqiya jiyana xwe ji dest da’ 2020-11-19 09:47:24   AMED – Hat angaştkirin ku çeka Çawişê Pispor Cûmhûr Tokûş ku li Amedê peywir dikir, pêde teqiyaye û jiyana xwe ji dest daye.     Hat angaştkirin ku çeka Çawişê Pispor Cûmhûr Tokûş ku li Amedê peywir dikir, duh pêde teqiyaye û bi giran birîndar bûye. Hat diyarkirin Tokûş li nexweşxaneya ku rakirinê jiyana xwe ji dest daye.     Derbarê mirina Tokûşê ku malbata wî li navçeya Dortyolê ya Hatayê dimîne, tu hûrgulî nehat parvekirin. Walî û Qeyûmê Amedê Mûnir Karaloglû, li ser hesabê xwe medya civakî mirina çawişê pispor ragihand.