Dayika Kemal Kûrkût: Ev edaletek çawa ye? 2020-11-19 10:38:39 MELETÎ – Dayika Kemal Kûrkût, Sîcan Kûrkût nerazîbûn nîşanî beraetkirina polîsê kujer ê kurê xwe da û got: “Çima edalet tune ye? Ev edaletek çawa ye, kesek ku ciwanekî dikuje serbest tê berdan? Em ê qet û qet vê biryara dadgehê qebûl nekin.”  Dadgeha Amedê derbarê polîs Y.Ş. ê Kemal Kûrkût ku di Newroza 2017’an di têketina Qada Newrozê de kuştibû biryara beraetê da. Dayika Kûrkût, Sîcan Kûrkût bertek nîşanî biryarê da.       Em çûn navçeya Battalgazî ya Meletiyê û me li deriyê dayik Sîcan Kûrkût xist û em biryara dadgehê li gel wê axivîn. Me şahidî kir ku dayika Kemal her sala ku diçe ji ber xem û kula kurê xwe zeîftir dibe. Dayik Sîncan Kûrkût li odeya lawê xwe Kemal ku heta niha destê xwe nedayê carek din hêrs û êşa xwe anî ziman.    13 FOTOGRAFÊN KEMAL LI ODEYÊ NE    Li odeya Kemal, pirtûk, kemana wî ku pirr jê hez dikir, pêlavên wî, compîtora wî û çenteyên û gelek tiştên din têde hene. Adeta ode wek muzeya Kemal xuya dike. Li vê odeyê tenê tiştek guheriyê ew jî bicihkirina 13 fotografên Kemal in.    Li odeya kelûpelên Kemal lê ne helbesta “Strana berbangê (Şafak Turkusu)” a Nevzat Çelîk jî li ser kaxezek xwe dide xuyakirin.    ‘EV EDALETEK ÇAWA YE’    Kûrkût da zanîn ku dema ew xebera biryara beraetkirina polîsê kujer dibihîze ji ser hişê xwe diçe û dibêje “Ev çawa edalet e, ev çawa dadgeh e, ev çawa dadger e? Min kurê xwe ne ji bo ew mişk wî bikuje mezin kir.”    Kûrkût destnîşan kir ku polîs kurê wê kiriye nîşana xwe û wî qetil kiriye û got: “Em ê qet û qet vê biryara dadgehê qebûl nekin. Bêsûc û bêguneh berdan lawê min û wî kuştin. Heke sûcek wî hebe, wî binçav bikin û bigirin. Çavê we kor bibe, ma hûn nabînin? Çima hûn gule berdidinê. Kor bibin.”      Kûrkût anî ziman ku her roja wê ya di nava bêcezakirina qatil û berpirsiyaran de di warê derûnî de hin bêtir xwe aciz hîs dike û got: “Berxikê min sêwî bû. Min wî û zarokên xwe din di nava feqîriyê de mezin kir. Çawa çê dibe gêncek 22 salî yê bêsûc dikujin û qatil jî ceza nakin.”    ‘BIRYAR TÊ MANEYA KU WÊ GELEK KES WERIN KUŞTIN’    Kûrkût diyar kir ku her sala ku diçe ew hin bêtir bêriya Kemalê xwe dike û necezakirina kujerê Kemal dê pêşî li cînayetên nû veke û got: “Biryarên wisa tên maneya ku wê hêj polîs gelek gêncan bikujin. Wê ji xwe re bêjin ‘ji me re dimîne.’ Em ê dev ji doza xwe bernedin û pêşiya kujeran jî bernedin.”    ‘QATILÊ XWE NAS NEKIR’    Kûrkût destnîşan kir ku lawê wê Kemal kesek hestiyar, bêzirar bû û got: “Kesek zirarê bidayê jî wî dengê xwe nedikir. Digot ‘ev tiştek ji min nakin û bela xwe li min nadin.’ Qatilê xwe nas nekir û ji wan re negot ‘ev zalim in, qatil in û bêwîjdan in’.”    Kûrkût dazanîn ku gêncên mîna Kemal bêhejmar ji aliyê polîsan ve hatine kuştin û wiha got: “Çima li ser dilê rehet û kêfî gêncan qetil dikin? Heke wisa dewam bike wê kuştina ne ya ewil be û ne jî ya dawî be.”    EDALETÊ BI BÎRA WEZÎR GUL XIST     Kûrkût berevajî gotinên “Bila edalet cihê xwe bibîne, çi dibe bila bibe, bila qiyamet rabe” yên Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul, di doza Kemal Kûrkût ku edaletê cihê xwe nedîtiye û ev ê qet vê qebûl nekin û got: “Çima edalet tune ye? Ev edaletek çawa ye, kesek ku ciwanekî dikuje serbest tê berdan?   ‘HEZKIRIYÊN WÎ BILA LI VIR BIN’    Kûrkût herî dawî ji bo salvegera kuştina kurê xwe bang li hezkiriyên wî kir ku piştevaniyê nîşan bidin û got: “Me bi tenê nehêlin. Her kesê ku jê hez dike dixwazim di salvegera kuştina wî de li vir bin û li cem Kemalê min bin.”    MA / Arjîn Dîlek Oncel – Mehmet Erol