Guven: Em dawî li şerê di nav xwe de bînin 2020-11-19 16:44:23     RIHA - KCD, DBP û HDP’ê li Wêranşarê malbatên xwînî li hev anî. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di merasîma lihevanînê de axivî û got: “Em dawî li şerê di nav xwe de bînin û aştiyê pêk bînin.”    Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê di sala 2016’an de eşîrên bi navê Çomo, Tora û Eldîna li hev xistibûn û 6 kes ji hev kuştibûn. Bi navbeynkariya KCD, DBP û HDP xwînîtiya navbera van eşîran bi dawî bû. Ji bo lihevanîna van eşîran li gundê Qadikoya bi ser navçeya Wêranşarê ve merasîm hat liarxistin. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Parlamenterên HDP’ê Ayşe Surucu, Nusrettîn Maçîn, Mehmet Ruştu Tiryakî û gelek kesên din beşdarî merasîmê bûn. Di merasîmê de xwarin hat dayîn.     GUVEN: EM AŞTIYÊ PÊK BÎNIN    Leyla Guven di xwarina aştiyê de axivî û spasiya malbatên ku piştevanî dane aştiyê kir. Guven wiha got: “Em ê ewilî aştiya navbera xwe pêk bînin. Pişt re jî em ê aştiya welat temîn bikin. Ji bo rawestandina xwîna 100 sal in diherike wezîfe dikeve ser milê me hemûyan. Êdî em dawî li hev xistinên navbera xwe bînin. Ji bo tiştên biçûk çima em hev dikujin? Her roj kurd t3en qetilkirin. Em dawî li nexweşiyê nava hev bînin. Nexwê zirarê şer zirarê dide me. Êdî em ji mirinê re bêjin bes e. Bila ev aştî bibe diyariya dayikên me. Ez hêvîdar im wê ev şer bi dawî bibe û şîn û şahiyên hev de bên cem hev.”    Piştî axaftina Guven eşîretên şer kirine li hev anîn û xwarin hat dayîn.