Qeymeqam ji bo bûyera ku çekên dewletê tê de hatin şixulandin got 'haya me jê heye' 2020-11-20 09:00:55 MÊRDÎN - Hamît Ozkan di êrîşeke ku çekên dewletê tê de hatibûn bikaranîn, jiyana xwe ji dest dabû. Lê belê Qeymeqamê Şemrexê ji bo vê bûyerê got: "Haya me ji her tiştî heye." Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê Fevzî Adsiz jî got, heya ku 'pergala cerdevantiyê' neyê betalkirin dê pêşî li ber bûyerên bi vî rengî neyê girtin.  Di 11'ê Mijdara 2020'an de li gundê Xirbê Kurikê yê navçeya Şemrex a Mêrdînê, Cevdet Ozkan, kurê wî Kadrî Ozkan û du xizmên wan ji ber meseleya erdan li hev xistibûn. Di vî şerî de çekên lûledirêj hatibûn şixulandin. Di êrîşê de Hamît Ozkan jiyana xwe ji dest dabû û Hamdiye Ozkan û Mehmet Ozkan jî birîndar bûbûn. Piştî şer 4 kes hatibûn binçavkirin, lê belê ji van kesan tenê Kadrî Ozkan hatibû girtin.    Piştî bûyerê dîmenên dema şer ku bi telefonê hatibûn girtin jî derketin holê. Di van dîmenan de tê dîtin ku gelek çek hatine bikaranîn. Xizmên Hamît Ozkan bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn û gotin, êrîşkar Cevdet Ozkan di sala 1994 û 2008'an de jî bûyerên bi vî rengî kirine. Di bûyera 2008'an de Cevdet Ozkan 5 kes birîndar kirine û 12 sal ceza lê hatiye birîn, lê belê piştî cezayê wî hatiye pesendkirin di sala 2015'an de hatiye girtin û piştî 5 salan di çaçroveya efûya AKP-MHP'ê de hatiye berdan.    Hat hînbûn ku ev kes bi dilxwazî cerdevantiyê dikin û gava hatine binçavikirin her 3 çekên lûledirêj ên bi wan re çekên birxuste bûne.   Piştî bûyerê malbata Ozkan şîn daniye. Qeymeqamê Şemrexê Muhsîn Dûran Kalkan jî hatiye konê şînê û xizmên Hamît Ozkan ji qeymeqam re gotine "Me bi çekên dewletê kuştin." Lê belê qeymeqam jî gotiye: "Ez dizanim. Haya me ji her tiştî heye. Çi hewce be em ê bikin."    det Özkan hapse girdi, ama kısa bir süre sonra çıktı. Şimdi nasıl olacak bilmiyoruz. Ya her şeyi göze alıp burada kalacağız ya da terk edeceğiz”.    SEROKÊ ŞAXA ÎHD'Ê: BI AWAYEKÎ BÊPERWA HEREKET DIKIN    Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a MêrdînÊ Fevzî Adsiz, bal kişand ser bûyerên berê yên bi destê cerdevanan hatine kirin û got, cerdevanên gundan ku kiryarên gelek bûyera ne, ji berê heya niha bi awayekî bêperwa hereket dikin.    Adsiz, bilêv kir ku bûyerên ku divê cerdevan bi rêyên edlî çareser bikin, bi çekên ku dewlet dida wan hel dikin û got, ev jî dibe sedema kuştina mirovan û koçberiyê.    ‘DIVÊ BÊ BETALKIRIN'    Adsiz, bilêv kir ku kesên rahiştine çekê sifeta cerdevantiyê wekî "zirxa parastinê" dibînin û got: "Liv û tevgerên cerdevanan ên dibin sedema mirina mirovan, ji berê heya niha didomin. Gava em li raporên ku em amade dikin dinêrin, em dibînin ku pergala cerdevantiyê bûye sedema mirina bi sedan welatiyên me. Her diçe bûyerên bi vî rengî zêde dibin. Tenê li Mêrdînê di nav salekê de bi dehan bûyerên bi vî rengî yên tiltiya cerdevanan di nav de qewimîne. Heya ku pergala cerdevantiyê neyê betalkirin, dê pêşîlêgirtina bûyerên bi vî rengî û binpêkirina mafan neyê girtin."    MA / Ahmet Kanbal