Li benda alîkariyê ne 2020-11-20 09:01:12 ÊLIH – Li Taxa Çamlica ya Êlihê, malbata Yuce ji ber rewşa aborî nikare debara xwe bike.  Li Taxa Çamlica ya Êlihê malbata Yuce ku 9 kulfet in, nikare debara xwe bike. Ji ber şewbê, krîza aborî û bi hatine zivistanê rewşa malbatê xirab bûye. Bavê 7 zarokan Mehmet Şefîk Yuce yê 70 salî jî nexweş e. Nexweşîna qelb, tansyon û şekir pê re heye. Bav Yuce heya niha 2 caran anjiyo bûye û niha jî divê emeliyat bibe. Yuce, berê karê xurdeyan dikir, lê belê ji ber ku nexweşînên wî zor danê ji mecbûrî dev ji karê xwe berdaye û niha di nav ciya de ye. Îcar piştî şewba Covîd-19'ê belav bûye, rewşa malbatê xerabtir bûue. Dayik Kezîban Yuce, ji bo debara malê bike berê diçü paqijiya nav malan dikir.    XANIYEKÎ KAVILBÛYΠ   Yuce, di 2'yê Îlonê de bi şewbê ketiye û 14 rojan li nexweşxaneyê maye. Gava li enxweşxaneyê bûye, cîranên wê li zarokên wê mêze kirine. Yuce, piştî ji şewba Covîd-19'ê xelas dibe, vê carê jî ji bo hevjînê wê pê nekeve naşixule. Yuce, di xaniyekî hema bibêje kavilbûyî de dimîne û her meh 450 TL heqê kirê dide û mehê li dor 150 TL'yî heqê ceryanê û li dor 100 lîreyî jî heqê avê dide. 7 zarokên Yuceyê hene. Umrê zarokên wê 6, 8, 11, 12, 13, 14 û 15 ye. Sê zarokên wê hem diçin dibistanê hem jî dişixulin. Dayik Yuce, bi pereyê kurê xwe yê pêlavan boyax dike heqê kirê dide.    Dayik Yuce, diyar kir ku nikare ji zarokên xwe re kincan bikire û got, ji ber ku zarokên wê bi pêlavên qetandî diçin dibistanê bi tehdeyeke derûniyî re rû bi rû dimînin.    Yuce, destnîşan kir ku berî şewbê bi awayekî debara xwe dikirin û got: "Em li Mûşê, li gudekî diman. Lê ji ber nîqaşekê 15 sal berê em ji wir hatin Êlihê. Lê ji ber ku nexweşiya hevjînê min giran bûye, zêdetirî 3 sal in nikare bixebite. Lewma rewşa me ya aborî nebaş e. Gava em li gund bûn me çandinî û sewalvanî dikir. Lê li vê derê ew derfet tune ne. Ez dixebitîm. Lê belê bi hatine şewbê re êdî nikarim bixebitim."    BANGAWAZΠ   Yuce, anî ziman ku bi alîkariya cîranan debara xwe dikin û got, di zivistanê de dê rewşa wan xirabtir bibe. Yuce, bilêv kir ku metbaxa wan vala ye, derî û paceyên wan şikandî ne û got, heger alîkariyek çênebe vê zivistanê de hevjînê wê û zarokên wê bi mirinê re rû bi rû bimînin.    Yuce ji bo alîkariyê bang li raya giştî kir.