Baroya Amedê: Refroma darazê bi binçavkirinan dest pê kir 2020-11-20 12:37:43   AMED – Baroya Amedê bertek nîşanî binçavkirinên li Amedê ku piraniya wan parêzer in da û got: “Reforma darazê, bi binçavkirina parêzer û nûnerên rêxistina civakî ya sivîl dest pê kir.”    Baroya Amedê têkildarî biryara binçavkirinê ya di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de derbarê 101 kesî de hatiye derxistin daxuyaniyek nivîskî belav kir û bertek nîşanî operasyonê da. Herî kêm 17 parêzerên endamên Baroya Amedê ne jî hatine binçavkirin. Parêzerk li Şirnexê û parêzerek jî li Semsûrê hatine binçavkirin.    ‘DARAZ BI FERMANA ÎQTÎDARÊ DIXEBITE’    Baroya Amedê destnîşan kir ku demek dirêj e li ser parêzer û kesên li qada rêxistinên civakî yên sivîl dixebitin bi awayek sîstematîk zext, tehdît û binçavkirin hene û got: “Reforma darazê, bi binçavkirina parêzer û nûnerên rêxistina civakî ya sivîl dest pê kir. Binçavkirin tên binpêkirina hiqûqê. Daraz li gorî fermana îqtîdarê tevdigere. Daraz jî li ser parêzeran zext dike. Li welat demorkasî û hiqûq ji holê hatiye rakirin. Ev yek bi xwe re hilweşînê û felakete tîne. Vê yekê nabînin. Ev yek jî aştiya welat xera dike û rê li ber pêkanîna şatiyê digire. Em bang li rayedaran dikin demildest dawî li van operasyonên dij hiqûqî bînin û binçavkiriyan serbest berdin.”