Li Amedê mamosteyek din jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da 2020-11-20 13:17:22   AMED – Li navçeya Erxeniyê mamosteyê bîrkariyê Muzaffer Kaya ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da.    Mamosteyê bîrkariyê Muzaffer Kaya (60) ê li L9îseya Anadolûyê ya Sermet Yalçin a Navçeya Erxenî ya Amedê dixebitî ji ber vîrûsa koronayê (Kovîd-19) jiyana xwe ji dest da. Kaya 15 roj berê bi nîşaneya Kovîd-19 radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê û vê sibehê jiyana xwe ji dest da.    Hat zanîn ku Kaya endamê Egîtîm Senê ye û cenazeyê wî li Goristana Gulbaran a Erxeniyê hat veşartin.    Hat diyarkirin ku bavê Kaya jî hefteyek berê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest daye.