Li Miduriyeta Polîsan dest bi îfade girtina binçavkiriyan hat kirin 2020-11-20 13:35:29   AMED – Kesên îro di çarçoveya lêpirsîna ser KCD’ê de hatin binçavkirin li Miduriyeta Polîsan dest bi îfade girtina wan hat kirin. Tê diyarkirin ku parêzer bi endamtiya MHD’ê ya bi KHK’ê hat girtin tên sûcdarkirin.    Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê di çarçoveya lêpirsîna li ser Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de vê sibehê gelek kes hatin binçavkirin û derbarê 101 kesan de biryara binçavkirinê heye. Navenda operasyonê Amed e û di çarçoveya operasyonê de polîsan li Stenbol, Îzmîr, Şirnex û Semsûrê jî bi ser malan de girtin. Di serdegirtina malan de heta niha 32 jê parêzer bi giştî 72 kes hatine binçavkirin. Hat zanîn ku 4 kes bi boneya vîrûsa koronayê di karantînayê de nehatin binçavkirin. Hat zanîn ku li Miduriyeta Polîsan a Amedê îfade girtina binçavkiriyan hatiye destpêkirin.    DI HILBIJARTINAN DE WEZÎFE GIRTIN KIRINE SÛC!   Hat zanîn ku ev parêzerên hatine binçavkirin bi boneya di hilbijartinên xwecihî û giştî de li bajêr û navçeyan cih girtine û lîsteya navê wan li avahiya KCD’ê hatine desteserkirin û ji vê yekê tên sûcdarkirin. Her wiha parêzer bi endamtiya Komeleya Hiqûqzanên Mezpotomaya (MHD) a bi KHK’ê hat girtin jî tên sûcdarkirin.