Doza ku dozger li Demîrtaş vekiribû hat taloqkirin 2020-11-20 13:51:29   ENQERE – Danişîna doza Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku li ser giliyê Serdozgerê Enqereyê lê hatibû vekirin hat lidarxistin.    Serdozgerê Komarê yê Enqerê Yuksel Kocaman bi îdiaya ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş “personelê cemmmmariyê hedef hatiye nîşandan û tehdît kiriye” doz lê vekiribû. Danişîna ewil a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 25’emîn a Enqereyê hat lidarxistin.    Demîrtaş bi rêya deng û dîmen (SEGBÎS) ji Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F beşdarî danişînê hat kirin. Parlamenter û parêzeran doz şopandin.   Demîrtaş got ew ji ber vîrûsa koronayê bi parêzerê xwe re l ser dosyeyê hevdîtin nekirine û wî parastina xwe amade nekiriye. Demîrtaş xwest danişînek din li eywana danişînê parastina xwe bike.    Şandeya dadgehê daxwaza Demîrtaş red kir û biryara Demîrtaş di danişînek din de jî bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê were kirin û parastina wî were girtin da. Danişînek din taloqî 5’ê sibata 2020’an hat kirin.    ÇI BÛBÛ?   Serdozgerê Komarê yê Enqerê Yuksel Kocaman, cara duyem ji “Lêpirsîna Kobanê” biryara girtina Demîrtaş dabû. Demîrtaş jî bertek nîşanî dozger dabû û gotibû wê li pêşberî darazê hesab jê were pirsîn. Li ser vê yekê dozger giliyê Demîrtaş kir û doz lê hatibû vekirin.