'Ev biryar ne hiqûqiye înkara mafê vîna gel e' 2020-11-20 14:13:27   ŞIRNEX - Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê der barê ji kar dûrxistina 5 endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr de daxuyanî da û got: "Ev biryara ku ji hêla Wezareta Karên Navxweyî ve hat dayîn, rasterast înkara mafê hilbijartin û vîna gel e."    Di 10'ê mijdarê de, li Şirnexê 5 endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji aliyê Wezareta Karê Hûndir ve ji peywirê hatin dûrxistin. Endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr têkîldarî dûrxistinê daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyaniya ku li ber avahiya rêxistina HDP'ê ya Şirnexê hat dayîn, parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Hasan Ozgûneş, Hûseyîn Kacmaz û endamên Meclîsa şaredariyê û rêxistinên HDP'ê yên navçeyan tevlî bûn.    'BINGEHA VÊ BIRYARÊ YA QANÛNÎ TUNE YE'   Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê Sabahattîn Denîz ve hat xwendin. Denîz, diyar kir ku dûrxistina endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr binpêkirina hiqûqiye û wiha axivî: "Ev biryara ku ji hêla Wezareta Karên Navxweyî ve hat dayîn, rasterast înkara mafê hilbijartin û vîna gel e. Weke hincet sedemên ku di daxuyaniyê de hatîn nîşandan bingeha wê ya qanûnî tune ye û ji edalet û wijdana civakî re dûr e. Lê bi vê biryarê diyare tiştê ku bi hilbijartinê bidest nexistin , bi vî awayî dixwazin vîna gel desteser bikin."   'TIŞTA KU HILBIJARTINAN DE NEHATÎ BIDEST XISTIN BI VÎ AWAYÎ DIXWAZIN DESTESER BIKIN'    Piştî daxuyaniyê parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hûseyîn Kacmaz axivî. Kacmaz, jî bal kişand ser polîtîkayên qeyûman û wiha got: "Di hilbijartinan de şaredariyên ku AKP û MHP nekarîn bidest bixin bi vî awayî dixwazin bidest bixin. 5 hevalên me bi awayeke neqanûnî ji kar hatin dûr xistin. Di pêvajoya hilbijartinê de van hevalan me serlêdanên xwe di çarçoveya ku zagon dest pê kir de kirin. Yên ku qala reforma darazê dikin, yên ku qala reforma aborî dikin û yên ku bi berdewamî vîna gel desteser dikin divê bizanibin ku ew nikarin êdî gelê kurd bixapînin."   Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana HDP'ê" bi dawî bû.