Berteka li dijî operasyonê: Em ê parastina parastinê dewam bikin 2020-11-20 14:41:07 NAVENDA NÛÇEYAN - Biryara binçavkirina 101 kesan a di çarçoveyê lêpirsîna KCK’ê de, li gelek bajaran bi dayîna daxuyaniyan hat şermezarkirin. Parêzeran, diyar kirin ku wan heya niha çawan mafê muwekîlên xwe parastin, ewê bi heman awayî parastina parastinê bi cesaret dewam bikin.”   Di çarçoveya lêpirsîn derbarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de, biryara binçavkirina 32 jê parêzer bi giştî 101 kesan hat dayîn. Polîsan li ser fermana dozgerê Amedê, îro di saetên sibê de bi ser malan de girtin û gelek kes binçavkirin. Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqî ligel bajaran bertek nîşanî biryara binçavkirin dan û şermezar kirin.    AMED   Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) li avahiya komeleyê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de pankarta “Parastin wê bîat neke” hat vekirin. Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Amedê Halîse Dakali û endamên OHD’ê tevlî civînê bûn, rêveber û endamên HDP’ê yên Rêxistina Bajêr a Amedê û Federasyona Komeleyên Piştevaniya Malbatan (MED TUHAT-FED) piştgirî dan.    Sekretera Giştî ya OHD’ê Gulan Çagin Kalelî daxuyanî xwed û wiha got: “Emê parastina parastinê dewam bikin. Parêzer her tim li edliyê ne. Lê dozger wan venaxwîne îfadeyê, ferman dide polîsan ku ser malên wan de bigirin. Ev bêhiqûqiya herî mezine. Bi vê operasyonê dixwazin parêzeran di nêrîna civakê de krîmînalîze bikin û bê qîmet bikin. Lê bila baş bê zanîn ku OHD wê bîat neke.”   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê jî derbarê binçavkirin de, daxuyaniyek nivîskî weşand û xwest parêzer tavilê bên berdan.   ENQERE    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya  Enqerê jî daxunî da û xwest hevalên wan ên parêzer bên berdan.    MERSÎN   Li Mêrsînê jî, li şaxên OHD û ÇHD’ê biryara binçavkirinê hat şermezar kirin û bertek hat nîşandan. Di daxuyaniyên hatin dayîn dowîzên “Em jiyanê diparêzin” û  “Hiqûq tuneye, em nefese nadin û nastînin” hatin vekirin û ev peyam hatin dayîn: “Operasyona hat lidarxisin, li dijî hiqûqê ye. Ev operasyon siyasiye. Êdî li welat ewlekarî û azadiya canê tu kesî nameya. Divê tavilê hevalên me bên berdan.”   WAN   Li Wanê jî heman daxuyanî hat dayîn ku binçavkirina parêzer û gelek hat şermezar kirin.