Dayikên Aştiyê laçikên xwe avêtin erdê daxwaza yekitiya neteweyî kirin 2020-11-20 15:32:48 ÊLIH – Dayikên Aştiyê li dijî provakasyona PDK’ê laçikên xwe avêtin erde û daxwaz kirin ku yekitiye neteweyî ya nav kurdan pêk were.    Endamê Înîsayatîfa Dayikên Aştiyê ya Êlih û Sêrtê, têkildarî hewldanên provakatîf ên PDK’ê yên leşkerî yên li başûrê Kurdistanê, li ber Navenda Kar a Nasiroglû ya li Êlihê daxuyanî dan. Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî û gelek HDP’î jî tevlî daxuyaniyê bûn.    ‘KESÊN BI WIJDAN ŞERÊ BIRAKUJIYÊ NAXWAZIN’   Li ser navê dayikanan endamê înîsiyatîfê Muhlise Hinar, axivî û diyar kir ku ji bo pêşîgirtina komkujiyan çi ji destê kurdan bê divê bikin û wiha got: “Em komkujiya birakujiyê naxwazin. Kesên hinek wijdanê wan heye vê tiştî naxwazin. Kesê ji xwe re dibêjin mirov divê yekitî û aştiyê bixwazin.”   ‘RONDIK DI ÇAVÊN DAYIKAN DE NEMAN’   Hinar, bi gotina “Êdî bes e, bila yekitiya neteweyî çêbibe” axaftina xwe domand û ji bo rawestandina xwînê ev bang li ciwanan kir: “Bi rûniştina li ser meseyê lihevkirin dibe. Ki dibe bila bibe divê pêşî li aştiyeke bi rûmet veke. Em mirina ciwanan naxwazin. Êdî bes e. Rondik di çavên dayikan de neman. Çareserî li ser mesê ye. Xwîn bi xwînê nayê paqijkirin bi avê tê paqijkirin.”   Piştî daxuyaniyê dayikan bi tilîliyan laçikên xwe avêtin erdê daxwaza yekitiya neteweyî kirin.