TTB: Hejmara pêketiyên koronayê ji sedî 300 zêde bû 2020-11-20 15:52:17   ENQERE – Li gorî anketa TTB’ê ku li 73 bajaran bi beşdariya hezar û 270 hekîman kiriye, di pandemiya Kovîd-19 de hejmara pêketiyan ji sedî 300 zêde bûye.    Yekîtiya Bijîşkan a Tirk (TTB) bi rêya civînek zoomê ango online endamên “Anketa Pandemiyê ya Bijîşkên Malbatan” bi raya giştî re parve kir. Seroka TTB’ê Şebnem Korûr Fînanci û endamên Konseya Navendî ya TTB’ê beşdarî civînê bûn. Li gorî rapora di civînê de hat parvekirin; li 73 bajaran bi beşdariya hezar û 270 hekîman anketê li dar xistine. Li gorî anketê di meha derbasbûyî de hejmara pêketiyên koronayê sê qat zêde bûne û gihîştiye milyonekê. Li gorî daneyên 73 welatan hejmara pêketiyan ji sedî 300 zêde bûne û rojane hejmara pêketiyên nû gihîştiye 47 hezar û 629 heban. Her wiha li gorî anketê hejmara miriyên koronayê jî 3-4 qat zêde bûne.