'Biryara beraetkirina kujerê Kûrkût têkçûna hiqûqê ye’ 2020-11-21 09:18:30 AMED - Hevserokê Şaxa OHD’ê yê Amedê Muharrem Şahîn derbarê biryara beraetkirina kujerê Kemal Kûrkût de anî ziman ku ev yek têkçûna hiqûqê ye û got: “Ev biryar nayê qebûl kirin. Em ê heta dawiyê şopdarên vê bûyerê bin.”   Xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût, di Newroza 2017'an de li Amedê ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin. Piştî kuştina Kûrkût doz hatibû vekirin û polîsê bi navê Y.Ş. hatibû darizandin. Di danişîna 12'an a dozê de ku di 17'ê Mijdarê de li Amedê hatibû lidarxistin, dadgehê derbarê polîs Y.Ş. de biryara beraetê dabû.    Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Amedê Parêzer Muharrem Şahîn ji ber vê biryara navbirî bertek nîşan da û biryara navbirî nirxand.   Şahîn, diyar kir ku beraetkirina kujerê Kûrkût li Tirkiyeyê nîşaneya têkçûna hiqûqê ye û got: “Hiqûqnas mukelef in ku li gor hiqûqê tevbigerin. Ji ber vê yekê ev pêvajo gelek bi bi tirs û fikar e. Li gor me biryara beraetê ne gengaz e. Dosya li pêvajoyeke dirêj belavkirin. Pisporan rapor bi awayekî nakokiyî nîşan dan û bersûc beraet kirin. Divê dadgeh ji bo hiqûqê xizmet bikin û armanca hiqûqê ya bingehîn pêk bînin. Heke li welatekî dadgeh hatibin asta ku hiqûqê pêk neynin, ev yek nîşaneya xerabûna pergala civakî û tevlîheviyê ye.”   ‘NAYÊ QEBÛL KIRIN’   Şahîn, bal kişand ser wêneyên kuştina Kûrkût jî û wiha axivî: “Dest danîn ser wênegirên kesên ku wêneyên Kûrkût kişandin. Lê bersûcên ku ew înfazkirin beraet kirin û wek, merîfetekê kesên gilî kirin jî dan ber lêpirsînê. Di vir de bûyer hat berovajîkirin û biryareke ku dosye piştî demekê winda bibe, hat girtin. Ev biryar bi awayekî hiqûqî nayê qebûl kirin. Em ê heta dawiyê şopdarên vê bûyerê bin ku hiqûq pêk bê."    ‘HIQÛQ PÊK NEHATIYE’   Şahîn, gotinên Serokomar Recep Tayîp Erdogan jî bibîr xistin ku gotibû ‘em ê reforma demokrasiyê û edaletê pêk bînin’ û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji aliyê civakî ve tu bersiva van gotinan nîn e. Ji ber ku serokomar got ‘em biryarên Dadgeha Bingehîn (AYM) nas nakin û ne mecbûr in biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) pêk bînin.' Heke serokomarê welêt li gor qanûnan tevnegere û pişt re rabe bibêje ‘em ê reforma hiqûqê pêk bînin’ kes bawer nake. Heke ji aliyê civakî ve bersiveke van gotinan hebûya, dê di doza Kemal Kûrkût de biryara beraetê nehata dayîn. Gotineke Wezîrê Dadê jî hebû digot ‘çi bibe bila bibe qiyamet jî rabe divê edalet pêk bê.' Heke behsa pêknehatina hiqûqê were kirin, ev yek li xwe mikurhatin e ku heta niha hiqûq pêk nehatiye. Demek hûn jî dizanin heta niha hiqûq pêk nehatiye.”   DÊ ÎTIRAZ BIKIN    Şahîn, destnîşan kir ku wê heta dawiyê têkoşîna xwe ya ji bo pêkhatina hiqûqê bidomînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê îtîrazên xwe bikin û têkoşîna xwe ya mafî bidomînin. Tevgerîna li gor hiqûqê peywîra her kesî ye. Di serî de peywîra serokomar û bi giştî jî ya hemû peywîrdarên cemaweriyê ye. Heke ev kes hiqûqê pêk neyinin, em nikarin îzahata kesên li kolanan çima li gor hiqûqê tevnagerin bikin.”   MA / Fahrettîn Kiliç - Cengîz Ozbasar