Li Dersimê ji ber berfê rêya 31 gundan hat girtin 2020-11-21 11:15:40   DERSIM - Ji ber barîna berfê rêya 31 gundên Dersimê hat girtin.    Li Dersimê, barîna berfa ji duh ve tê, bandorekê mezin li tavahiya bajêr kir. Ji ber berfê, rêya 10 gundên navçeya Xozat, 8 Pulur, 6 Pîlemûriyê, 5 Çemîşgezek û 2 gundên Qişleyê hatin girtin. Wesayîtên ku bê amadekarî ketibûn ser rêyan, di rê de man. Tîmên vekirina rê dest bi xebatên xwe kirin.