Li bajarên Serhedê berfa ewil a salê barî 2020-11-21 12:25:00   NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarên Herêma Serhedê Agirî, Qers, Erzirom û Erdexanê berfa ewil a salê barî.    Li bajarên Herêma Serhedê Agirî, Qers, Erzirom û Erdexanê bi cemidandina hewayê re duh êvarê berfa ewil a salê barî. Li Agiriyê piştî berfê bajêr veguherî kirasek spî. Şifêrên wesayîtan jî zehmetî kişandin.    Li Erziromê jî şilape barî û tesîra xwe nîşan da û pişt re berf barî û her deverê spî kir.    Li Qersê barîna berfê hêj didome û sermayek dijwar li bajêr heye û li hin deveran qalindiya berfê gihîştiye 15 santîmetreyî.