2 girtiyên bi koronayê ketine rewşa wan giran e 2020-11-21 13:31:51   RIHA – Girtî Serhat Bûlût ê li Girtîgeha Rihayê bi rêya telefonê li malbata xwe geriya û ji malbata xwe re ragihand ku 2 girtiyên bi korona ketine rewşa wan giran e.    Li Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T, vîrûsa koronayê belav dibe û hejmara pêketiyan zêde dibe. Hat zanîn ku niha li girtîgehê 26 girtî testa wan pozîtîf derketiye.    Girtî Serhat Bûlût ê li Girtîeha Rihayê ya Tîpa T dimîne bi rêya telefonê li malbata xwe geriya û têkildarî rewşa girtîgehê agahî dan. Bûlût diyar kir ku ew û hevalên xwe yên li qawîşa B3 hemû bi vîrûsa koronayê ketine. Bûlût got hin girtiyan koronayê ji ser xwe avêtiye û hin girtî jî tengezariyan dikişînin. Bûlût da zanîn ku girtî Çetîn Dagtekîn û Omer Kanat ku bi koronayê ketine rewşa wan giran e. Bûlût diyar kir ku dermankirina girtiyan baş nayê kirin û ew bi binpêkirina mafan re rûbirû mane.