Jinên girtî yên nexweş tavilê berdin 2020-11-21 14:03:13   ÎZMÎR- Endamê ÎHD’ê, bal kişand ser rewşa 11 jinên nexweş ên li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê girtîn e û xwest tavilê bên berdan.     Komîsyona Jinê ya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, berî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, daxuyanî da çapemeniyê  û bal kişand ser rewşa 11 jinên nexweş ên li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê girtîn e.    Li ser navê komîsyonê Rêvebera Şaxê Cemîle Karakaya, di civîna li avahiya komeleyê hat lidarxistin de, axivî û da zanîn ku tundiya li dijî jinan dewam dike. Karakaya, diyar kir ku her ku tundiya li dijî jinê dewam bike, wê têkoşîna wan jî bê navbera dewam bike.    Karakaya, dest  nîşan kir ku tundiya li dijî jinan, di heman demê de tê wateya “pergala serdest a zilam” û wiha got: “Yek ji qadên jin lê rastî tuneyê tên, girtîgehin. Hemû nêzîkatî û kiryarên dij rûmeta mirovahiyê yên li girtîgehan tên jiyîn, tundiye. Girtiyên nexweş, ji ber şewba vîrûsê jiyana wan bibin rîskek mezin de ye. Divê ku jinên di koma bi rîsk de cih digirin, tavilê bên berdan.”    Karakaya, derbarê rewşa tenduristiya 11 jinên nexweş ên li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê girtî de ne, ev agahî da:    “*Aygul Kapçak: Di bedena wê de parçeyên şarapnele nehe û di heman demê de nexweşiyên wê yên jinekolojik hene.   *Aynûr Eplî: Nexweşiyên wên yên mîde, ur û rûvî û troîdê  hene.    *Lamîa Oso: Ji ber nexweşiyên xwe yên hûndir, bedena wê alerjik bûye û ji ber Guatrê hatiye emeliyat kirin. *Remziye Yardimci: Guatra wê ya jehrî dike, Mîgren, Ser zivirandin û Bêhalî pê re  heye.    *Hayriye Yagbasan: îltîhap pêre heye û nexweşa Verfîye.    * Hatîce Aslan: Astim Kronîk    * Şîrîn Paksoy: Guatr   * Ebrû Arzû Erdal: Guatr, di demarên dilê de pirsgirêk heye.    * Hayriye Ozkan: Guatr   * Nûran Durak: Nexweşiya movik    * Fatma Ozbay: Asta pençeşêrê ya 3’yemîn.”