Ligel raporê jî, girtiyê nexweş Tûran nayê berdan 2020-11-21 14:49:08   ENQERE - Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, diyar kir ku ligel rapora “Nikare di girtîgehê de bimîne” jî, girtiyê nexweş Metîn Turan nayê berdan û ji bo Turan banga serbest berdanê kir.    Înîsiyatîfa  Azadiya Girtiyên Nexweş, di heftiya 324’emîn a çalakiya xwe de, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Metîn Tûran ê li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê tê girtin. Tûran di dema operasyona “Vegera  jiyanê” de, çavê xwe  yê çepê winda dike û çavê wî yê rastê jî, kêm dibîne. Înîsiyatîfê, civîna xwe ya çapemeniyê li Şaxa Komeleya Mafê Mirova (ÎHD) a Enqerê li dar xist. Hevserokê ÎHD’ê yê Enqerê Fatîn Kanat, daxuyaniya vê heftiyê xwend.    ÇAVÊ WÎ KOR BÛ    Kanat, bal kişand ser rewşa tenduristiya Tûran û wiha axivî: “Tûran di Girtîgeha Sagmalcilarê de, di dema operasyona ‘Vegera jiyanê’ de, çavekê wî kor bû. Ligel ku rapora ‘Nikare di girtîgehê de bimîne’ jî Turan nayê berdan. Divê Saziya Tipa Edlî jî vê rapora Turan qebûl bike. Divê ATK weke saziyekê darazê tevbigere û dest ji helwestên xwe y ên polîtîk berde.”   Kanat herî dawî xwest Tûran bê berdan û ji bo berdana wî banga hestiyarê kir.