Heta niha îfadeyên 51 kesên dibin çavan de nehatine girtin 2020-11-21 16:40:30   AMED - Heta niha jî, îfadeyên 51 kesên di çarçoveya lêpirsîna li dijî KCD’ê de, hatibûn binçavkirin, nehatine girtin.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê, di çarçoveya lêpirsîna li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de, biryar binçavkirina 101 kesan da bû. Ji 101 kesên biryara binçavkirinê derbarê wan de hatibû dayîn 72 kes jê, di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin. Polîsan kesên binçavkirin, birin Miduriyeta Polîsan a Amedê. Duh bi şev Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Bunyamîn Şer jî din av de 21 parêzer ji Miduriyeta Polîsan hatin berdan.    Li bendêye ku parêzer Şivan Cemîl Ozen, Gevriye Atli û Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Semsûrê Prz. Bulent Temel piştî ku lêpirsîna wan a li Miduriyeta Polîsan bi dawî bibe, sewqî edliyê bên kirin.    ÎFADEYÊN WAN HÎNA JÎ NEHATINE GIRTIN    Endamê Meclîsa HDP’ê Eşref Mamedoglû, Rêveberê TUHAD-FED’ê Diyar Dîlek Ozer û endama  Federasyonê Leyla Ayaz, Edîtora Jin Newsê Roza Metîna, Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê  yê berê Şahmûs Gokalp, Endamê DÎVES’ê Suleyman Okur, Endama Meclîsa Şaredariya Rezanê Panayir Çelîk, Hevserokê Şaxa GOÇ-DER’ê ya Amedê ya bi KHK’ê hat girtin ê berê Yilmaz Kan, Rêveberê HDP’ê yê Amedê yê berê Îlhamî Yurek, Rêveberê HDP’ê yê Sûrê yê berê Nîmet Kizgin, Rêveberê HDP’ê yê Yenîşehîrê yê berê Şaban Tûran, Hevserokê HDP’ê yê Çinarê yê berê Abdulkadîr Dogan, Rêveberê HDP’ê yê Çinarê yê berê Feyzî Demîrkiran, Rêvebera HDP’ê ya Peyasê ya berê Aygul Alagunduz, Hevserokê HDP’ê yê Pasûrê yê berê Atîlla Ozturk, Rêveberê HDP’ê yê Amedê yê berê Nevzat Ozgen, Rêveberê HDP’ê yê Peyasê yê berê Mûrat  Soner, Rêvebera HDP’ê ya Erxeniyê ya berê Melek Batsin, Rêveberê HDP’ê yê Lîcê yê berê Mehmet Can Saçal, Endama HDP’ê Surbiye Tekgoz, Endamê Komeleya Pisporên Xizmeta Tenduristiyê Serkan Delîdere, Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya, Endamê MED-DER’ê Salih Ongun, Endamê SES’ê yê hatibû îxraçkirin Umût Çetîner, endamên SES’ê Ozgur Şahîn û Bêrîvan Savaş, endamê HABER-SEN’ê Mehmet Kaçar, nivîskar Mehmet Saît Arzû, Mele Haci Kaday, Ayşe Ay û Guler Kandemîr jî di nav de, heya niha 51 kesên li Midûriyeta Polîsan a Amedê tên girtin, nehatine girtin.