Ûca: Êdî dema azadkirina Ocalan hatiye 2020-11-21 16:56:59 ÊLIH – Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca destnîşan kir ku êdî dema azadkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye.    Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Êlihê li Eywana Konferansê ya Sendîkaya Petrol-Îş’ê ya Şaxa Êlihê civîna gel li dar xist. Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê û Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî, aktîvîstên TJA’yê, rêveberên HDP’ê û gelek welatî beşdarî civînê bûn. Li eywanê pankart hatin daliqandin.    ‘ÊRIŞ NAYÊN QEBÛLKIRIN’    Feleknas Ûca di civînê de axivî û bal kişand ser êrişên li dijî Rojavayê Kurdistanê, Şengal û Mexmûrê û got êrişên li ser van deveran nayê qebûlkirin. Ûca hevdîtina yekîtiya neteweyî ya li Amedê pêk hat jî bi bîr xist û got dewletê bi binçavkirina 101 kesî bersiv dane çalakiya wan.    ‘EM DEST JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDIN’    Ûca destnîşan kir ku dewlet dixwaze peyama “Heke dengê xwe dernexin, xwedî li partiya xwe dernekevin, nirxên xwe ji bîra bikin, em ê dengê xwe ji were nekin” dide û got: “Em ê qet û qet dest ji têkoşîna xwe bernedin.”    ‘ÊDÎ DEMA AZADKIRINA OCALAN E’    Ûca bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Êdî dema azadkirina birêz Ocalan hatiye. Ji bo bidawîkirina tecrîdê li gelek welatan gel têkoşînê dikin.”    ‘JIN DIBIN ARMANCA ÊRIŞAN’    Ûca 25’ê Mijdarê Roja Tundiya Li Dijî Jinan jî bi bîr xist û got: “Jin li qadan e. Têkoşîna jinan li her qadê xwe dide nîşandan. Ji bo vê yekê jî jin her tim di hedefa dewletê de ne. Jin li dijî her cûre zext û binçavkirina li ber xwe didin.”