Îro ji ber Covîd-19'ê 135 kes jiyana xwe ji dest dan 2020-11-21 21:14:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19'ê 135 mirovên din mirin û 5 hezar û 532 mirov jî bi şewbê ketin.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 135 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 5 hezar û 532 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyeyê heya niha 12 hezar û 219 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 440 hezar û 805.