ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2020'AN 2020-11-22 09:00:26   * Endama Komîsyona Jinê ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen, anî ziman ku bi pandemiyê re hejmara serlêdanên ku ji bo rewşa aborî û mafên civakiyî hatine kirin zêde bûne.    * Yek ji avakara VAKAD'ê Zozan Ozgokçe, anî ziman ku di vê serdemê de pirsgirêkên jinan zêde bûne û jinên diçin qereqolê jî bi pirsên wekî "tu hatiyî çi?" re rû bi rû dimînin.    * S.O. ku ji zarokatiya xwe heya niha tahde lê tê kirin, diyar kir ku malbata zilamê ku wê dev jê berdaye dest daniye ser keça wê û ji jinan xwest ku alîkariya wê bikin.    * Cotkarên narenciyeyê, diyar kir ku ji ber mesref giran bûne deyndar bûne û gotin, hikûmet divê piştgiriyê nede îthalatê bide wan û ji bo kooperatîfbûyînê tevbigere.    * Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê destnîşan kirin ku armanca sereke ya kampanyaya "Tevbigere" tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û gotin.   * Qeyûmê Şaredariya Rêya Armûşê, profîlên bironahiyî û yên xemilandî yên di dema qeyûmê berê de li Parka Hunerê û Kuçeya Fîstanê hatibûn çêkirin, rakirin.    * Heya niha gelek carab malpera jinnewsê hatiye astengkirin. Edîtora jinnewsê Ayşe Guney bertek nîşan da û got: “Li dijî tundî, tecawiz, pişaftin, bênasnametiyê û qedexeyan çi qas jin vîna xwe biparêzin û gotinên xwe bibêjin wê jinnews jî hebe, hebûna xwe bidomîne û dê gotina xwe bibêje.”   * Platforma Şaxan a KESK’ê ya Amedê, derbarê salvegera KHK’a ku di 22’ê mijdara 2016’an derket de li Parqa Koşûyolûyê daxuyanî bide. (12.00)    *Di çarçoveya kampanya TJA’yê ya "Em xwe diparêzin"  de li navçeya Hezezê ya Şirnexê atolyeya zarokan bê lidarxistin.(13:00-15:30)   * Meclisên jinan ên HDK û HDP’ê wê li Mersînê bi mijara “Rêbazên jinan ên li dijî tundya zilam-dewletê û Peymana Stenbolê” panelek saz bikin. (14.00)    * Meclisên Jinan, ji bo 25’ê Mijdarê li Îskeleya Beşîktaşê ya li navçeya Kadikoyê daxuyanî bidin. (15.00)   * Meclisên Jinan ên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Ji Bo 25’ê Mijdarê li ber Operaya Sureyya ya li navçeya Kadikoyê daxuyanî bidin. (16.00)    * HDP’a Stenbolê, bi armanca şermezarkirina operasyona li dijî KCD’ê li taxa Caferaga ya navçeya Kadikoyê daxuyaniyek bide.(17.00)