Ji ber pirsgirêka perwerdehiya Onlinê ji Erziromê hat Enqereyê 2020-11-22 09:50:33   ENQERE - Xwendekarê Pola 3'yemîn ê Lîseya Fenê Ebubekir Ustundag ji ber pirsgirêka pergala 'perwerdehiya bi înternetê' 8 mehin nikare tev li perwerdehiyê bibe. Ustundag, ji ber rayedarên dewletê û hikûmetê pirsgirêk çareser nekir, wî bi xwe ji bo pirsgirêka perwerdehiya înternetê çareser bike ji Erziromê hat Enqereyê.    Piştî şewba vîrûsa covît-19 li Tirkiyeyê belav bû, di 16'ê Adarê de dibistan hatin girtin û dest bi perwerdehiya pergala li ser înternetê kirin. Di 18'ê mijdarê de hemû dibistan bi temamî hatin girtin û bi temamî derbasî pergala perwerdehiya înternetê bûn. Heta 31'ê Kanûna 2020'an dê perwerdehî li ser înternetê bidome. Piştî hefteyekî navber dan perwerdehiya dibistanan, sibê dê dîsa li ser înternetê perwerdehî bi rêya pergala înternetê bidome.    TIRKIYE DI RÊZA 70'ÊMÎN DE YE   Her çend Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê bi armanca parastina li dijî şewba vîrûsa covît-19 dest bi pergala perwerdehiya înternetê kir jî, lê di aliyê teknîk û pergala înternetê de gelek pirsgirêk derketin. Li gorî rapora Rêxistina Hevkarî û Pêşxistina Aborî (OECD) ya bi sernavê “Perwerdehiya di şewba Kovid-19'ê de" Di nava 77 welatên "Di lîsteya xwendekarên tora wan a înternetê heye de" Tirkiye di rêza 70’emîn de cih digire. Ji ber ku bi deh hezaran xwendekar nikare ji vê tora înternetê û teknîkê sûdê bigire nikarin perwerde bibin. Yek ji van xwendekarên ku nikare sûdê bigire jî Ebûbekîr Ustundag e. Ebûbekîr Ustundag xwendekarê Pola 3'emîn ê Lîsa Fen'ê ye. Li Gundê Qirxundere yê Navçeya Qereyazî ya Erziromê diijî. Ustundag ji ber pirsgirêka pergala înternetê 8 mehin nikare sûdê ji perwerdehiyê bistîne. Ustundag, ku ji 16'ê Adarê heta niha nikaribû sûdê ji perwerdehiyê bistîne, neçar ma ku alav u amûrê xwe kom bike û bê li Enqereyê bi cih bibe. Ustundag, ji ber pirsgirêka pergala perwerdehiya înternetê ji Erziromê hat Enqereyê û li cem pîra xwe bi cih bû.    Ustundag, anî ziman ku ji ber pirsgirêka teknîkî û tunebûna înternetê ji gelek dersan bêpar ma û wiha got: "Li gundê me xeta telefon û înternetê nakişîne. Kompîtûra min tune. Nikarîbûm tev li dersan bibim. Ji bo ez karibim sûdê ji perwerdehiyê bigirim neçar mam ji Erziromê bêm Enqereyê. Ne tenê înterneta me, ya hemû gundî tune. Eger rayedar bixwazin dikarin pergala înternetê bikişînin gund. Li gund zarok pir in. Hem li gundê me û hem jî li gundê der û dorê înternet tune ye."    MA / Zemo Aggoz