Ostayê ceyranê Fadil Aydogan bi ceyranê ve zeliqî û mir 2020-11-22 12:45:11   RIHA - Ostayê ceyranê Fadil Aydogan ê 40 salî li Navçeya Wêranşarê ya Rihayê dema arîzeya ceyranê tamîr dikir bi ceyranê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da.    Li Navçeya Wêranşarê ya Rihayê ostayê ceyranê Fadil Aydogan dema ji bo arizeya ceyranê tamîr bike hilkişiya ser dîrek, bi têla ceyranê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da. Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) li ser hesabê twîteerê parve kir û anî ziman ku Karker Fadil Aydogan bi ceyranê ve zeliqî û mir.