ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2020'AN 2020-11-23 09:00:36 * Hevserokê KCD’ê Leyla Guven, derbarê tundiya li dijî jinê ya ku bûye mîna pergal de, ev şîrove kir: “Divê jin, vê pergalê deste ser bikin. Ji bo ku pergal demokratîk bibe, bê guhertin û pergalake bi renge jinan bê avakirin, pêwîstî bi têkoşînê heye.”  * Aktîvîstên TJA’yê, ji bo meşa 25’ê Mijdarê ya li Wanê pêk bînin de banga tevlîbûnê kirin û gotin: “Em jî li dijî tecawîz, tacîz û îstîsmara zarokan dimeşin. Em hemû kesan vedixwînin qadan.”   * Serlêdana li dijî rapora ÇED’ê ya ji bo HES’a ku çekirina wê li Geliyê Zîlan a Erdîşê dewam dike, bi hinceta “dozdar li qada ku proje lê tê çêkirin namîne” hat redkirin.   * Serperiştê Wezareta Karên Hundir, kitêboka wezaretê ya derbarê qeyûman de ku têde deynên qeyûman weke “razemenî” hatine parastin û nelirêtî hatine înakarkirin, derewand.   * Aborîzan Îzzettîn Onder, ji bo biryara zêdebûna faîzê ya ku MB dixwaze bilindbûna di piyasaya dowîz de rawestîne nirxandina “rastiyeke bêdem hatiye kirin” kir û got: “Guhertinên ji bo krîza aboriyê tên kirin dirûn nagire. Rêbazeke li gorî hiqûqa gerdûnî şerte.”   * Hevserokê Şaxa SES’ê ya Mêrsînê Dr. Zekî Sînan Dogan, bal kişand ser rewşa şewbê ya li bajêr û got: “Rojane hejmara pêketiya 700’î derbas dike û lênêrînên awarte ji sedî sed dije bûne. Rojê 20 an jî 25 kes jiyana xwe ji dest didin. Her ku diçe rewş girantir dibe.”   * Akademîsyen Atîlla Guney, gotinên reformê yên AKP’iyan nirxand û got: “Em êdî, ne di nava berdewariya reformenê de ne. Ji ber vê kes baweriya xwe bi van gotinên reformê nayîne.”    * Danişîna ewil a doza derbarê 35 jê girtî 61 siyasetmedaran de hat vekirin dê li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Dîlokê were lidarxistin. (10.00)   * Hevberdevkê Komîsyona Polîtîkayên Tenduristî û Civakî yê HDP'ê Dr. Samet Menguç têkildarî rojeva pandemiyê dê li avahiya Rêxistina HDP'a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Platforma Şaxên KESK'ê ya Mêrsînê dê têkildarî budçeya ji bo şewbê hatiye veqetandin û daneyên dawî yên koronayê li avahiya xwe daxuyanî bide. (13.00)   * Li gelek bajaran dê jin çalakî û şahiyên 25'ê Mijdarê Roja Tundiya Li Dijî Jinan birêve bibin. (13.00-19.00)    * Cîgira Seroka Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş dê li Meclîsê civaîna çapemeniyê li dar bixe. (13.30)