Akademîsyen Guney: Em ne di nava bendewariya reformê de ne 2020-11-23 09:05:44 AMED - Akademîsyen Atîlla Guney, gotinên reformê yên AKP’iyan nirxand û got: “Em êdî, ne di nava berdewariya reformenê de ne. Ji ber vê kes baweriya xwe bi van gotinên reformê nayîne.” Di rojên dawî de Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan û endamên civata wezîran, behsa reformên nû dikin. Prof. Dr. Atîlla Guney ê bi Biryara Hikmê Qanûnê (KHK) bi hinceta belavoka “Em ê nebin hevkarê vî sûcî” îmzer kir ji peywira xwe ya Beşa Rêveberiya Çemawerî ya Fakulteya Zanistên Îdtîsadî û Îdarî ya Zanîngeha Mêrsînê hatibû îxraçkirin, ev gotin û daxuyaniyên reformê yên AKP’iyan nirxandin.     QANÛNÊN 12’Ê ÎLONÊ BI BÎR DIXE!   Guney, diyar kir ku divê kes baweriya xwe bi van gotinên siyasî yên hikumeta AKP’ê neyîne û wiha axivî: “Jêdera reformê ya Serokkomar Erdogan rast nayê dîtin. Çi dema ku azadî û mafên bingehîn ên di Qanûna Bingehîn de bên bi cih anîn, wê demê civak dê nefesek rehet bistîne. Em êdî, ne dinava berdewariya reformenê de ne. Ji ber vê baweriya kesekê bi van gotinên reformê nayê. AKP’ê di desthilatdariya xwe ya 18 salan de, bi dehan car sozên reformê, demokrasiyê, maf û azadiyan da civakê. Lê AKP’ê di 10 salên dawî de sozên xwe yên demokrasiyi bi tu awayî bi cih ne anîn. Berevajî, rêveberiyek otorîter li welat hat avakirin. Di rewş heyî de jî, qanûnên heyî, qanûnên 12’ê Îlonê bibîr dixi!”    QANÛNÊN SIYASΠ   Guney, anî ziman ku ew ne li benda sererastkirinekê ne û wiha bilêv kir: “Reformeke nû, di qada hiqûqî de ji dil nayê. Çawan ku sozên xwe yên berî 5-10 salan negirtin, wê îro jî nekarin van sozên xwe bi cih bînin. Gotinên reformê, ne ji ber encama hilbijartina Emerîkayê ne. Dema ku em şerê navxweyî yê Sûriyeyê, rewşa kurdên li Rojava û Başûrê Kurdistanê difikirin, di dema Obama de jî ev tişt dewam kirin. Di dema Trump de jî tu guhertin çênebû. Ji ber vê ez bawer nakim ku hatina Bîden bandorekê li têkiliyên Tirkiye û Emerîka bike. Ez nafkirin k udi polîtîkayên Emerîka yên Rojhilata Navînde tu guhertin cîdî çêbe. Li Emerîka, wateya hilbijartinê, tê wateya tercîha sermayeya navneteweyî. Tirkiye bi krîzeke aborî, civakî û îktîsadî re rû bi rû ye. Ji xwe rewşa mûxaletefê pir xirabe.”   AMADEKARIYA HILBIJARTINEK ZÛ   Guney, destnîşan kir ku di binyada hilbijêrên AKP’ê de belavbûnek mezin heye û wiha pê de çû: “Desthilatdarî bi vê belavbûyî re naçe tu hilbijartinê. Pergala Serokkomariyê û tifaqa heyî jî êdî nikare wan xelas bike. Ji ber vê difikirin ku di Qanûna Hilbijartinê de biçin guhertinê. Di rojên pêş de, di qadên hiqûqî û demokrasiyê de, ji reformekê zêdetir, dibe ku qanûnek nû derbixin. Ev di hin kûlîsan de tê axaftin, ji xwe hin çapemenî jî vê yekê aşker dikin. Êdî Tifaqa Cumhûr jî têrê nake ku desthilatdariyê xilas bike û ji destên wê bigire. Ji ber vê wê di Qanûna Hilbijartinê de hin guhertinan bikin. Ez wisan difikirim ku wê di nava sala pêş me de, tu hilbijartinê li dar nexin.”    MÛXALEFETA RAST A HDP YE   Prof. Dr. Atîlla Guney, bal kişand ser nêzîkatiya HDP’ê ya ji sala 2015’an ve û wiha bi dawî kir: “HDP ji sala 2015’an ve muxalefeta herî raste. Ji bo pevparên xwe, hilbijêrên xwe, zext û zilam li ser gelê kurd, her tim bi awayekê organîzekirî tevdigere. Piştî Hezîrana 2015’an, tundiya qanûnî ya herî mezin a desthilatdriyê li HDP’ê hat kirin. Ev tundî hîna jî dewam dike. Tevgera siyasî ya kurd, dibe ku îro di asta parlamentoyê de nikare muxalîftiyek cidî bike. Lê sedemên vê yên pir mezin hene. Ev jî sedema xwe, pêkanînên hikumetê yên ji dij demokratîk tê. HDP, mûxalefetiya xwe ya bi hêz, li kolanan, li malan û dinava civaka sîvîl de dewam dike. Hewl dide binyada xwe ya civakî xurtir bike.”   MA / Ergîn Çaglar