Hevşaredarê Bêgiriyê tehliye bû 2020-11-23 14:05:33   WAN – Hevşaredarê Bêgiriyê Yilmaz Şalan ku qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin û hatibû girtin, bi şertê “girtîgeha malê” tehliye bû.    Li Wanê, Hevşaredarê Bêgiriyê Yilmaz Şalan ku qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin û di 9’ê kanûna 2019’an de bi angaşta “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” hatibû girtin, bi şertê “girtîgeha malê” tehliye bû. 5’emîn danişîna doza Hevşaredarên Bêgiriyên  Yilmaz Şalan û Leyla Balkan, li 7’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê hat dîtin. Hevşaredar Şalan, ji Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû. Hevşaredar Balkan ku berdeyî tê darizandin jî li danişînê amade bû. Her du hevşaredaran jî parastinên xwe yên beriya niha dubare kirin. Dadgehê, bi şertê “girtîgeha malê” Hevşaredarê girtî Şalan tehliye kir û danişînê taloqî 10’ê adara 2021’an kir.