Çîroka DBP’iyê hat binçavkirin û berdan 2020-11-23 16:49:29   AMED - Rêveberê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Îhsan Çapan, ku li pêş rêxistina HDP'ê ya Amedê bi îdeaya “tû kesên li pêş HDP'ê rûniştine" kiriye hat binçavkirin û bi sucdariya “propaganda rêxistinê" kiriye ew tawanbar kirin, bi şertê kontrola edlî hat berdan.    Rêveberê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Navçeya Farqîna Amedê Îhsan Çapan, bi îdeaya "Tu kesên li pêş avahiya HDP'ê rûniştine kiriye" hatibû binçavkirin. Çapan, piştî îfade da bi şertê kontrola  edlî hat berdan. Çapan, li pêş avahiya HDP'ê, bi êrîşa Celîl Begdaş û Suleyman Aydin ên li pêş avahiya HDP'ê rûniştine re rû bi rû ma. Piştî êrîşê polîsan Çapan ji cihê bûyerê dûrxistin. Roja din Midûriyeta Polîsan a Farqînê bang li Çapan kir û xwestin biçin îfade bidin. Piştî Çapan çû Midûriyeta Polisan a Farqînê û îfade da, li wir polîsan ew binçav kirin. Polîsan bi îdeaya "Tu kesên li pêş avahiyê rûniştine kiriye" Çapan binçav kirin. Çapan, piştî li midûriyeta polîsan îfade da bi sucdariya "Propaganda rêxistinê kiriye" sewqî dozgeriyê kirin. Dozgeriyê jî piştî li îfadeya Çapan guhdar kir ew serbest berda.    Çapan, bertek nîşanî vê helwestê da û got: “Yê ku bi êrîşê re rû bi rû ma ez bûm. Li gel ku bûyerek edlî bû jî ez binçav kirim. Li ser îfadeya 3 jinên gotin 'Tû rûyê me kiriye' ez hatim binçavkirin. Hem êrîşî min kirin û hem giliyê min kirin. Min tu kesan nekiriye. Bêbextî li min hatiye kirin."