ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2020'AN 2020-11-24 09:00:24 * Rêvebera Tevna Alikariyê ya Jinên Êzidî Rîham Hesen  hevdîtina şandeya jinên Êzidî ya bi Bexdayê re nirxand û got: "Ger ku bi demokrasî û qanûn re bin, ev peyman wê li îdareya dadgeha Şengalê bê nirxandin. Wê çaxê gelê Şengalê dikare vê peymanê nas bike. Lê peymaneke bêyî vîna civaka êzidî ne tifaq e, xiyanet e." * Endama Platforma EŞÎK'ê Tulîn Kesîktaş, bang li Meclîsê kir ku di çaçroveya 25'ê Mijdarê de ji bo pêkanîna Peymana Stenbolê danişîneke taybet li dar bixe û peywira xwe ya venêranê pêk bîne.   * Muzîkjenan anî ziman ku ji ber qedexeyên hatine danîn êdî nikarin nan jî bibin mala xwe û gotin, ew ê nehêlin dengê muzîkê bê tepisandin.    * Akademîsyenên aştiyê bibîr xistin ku sereke rêxistina sûcî ya organezeyî Sedat Peker gef li wan xwaribûn, lê belê cardin jî beraet kiribû û gotin, Alaattîn Çakici jî ji ber bêcezatiyê bi rihetî gefan dixwe.    * Qeyûmê tayinî Şaredariya Şemrexê hat kirin, ji bo meaşê Hevsşaredara HDP'î Nalan Ozaydinê û meaşê xebatkaran û qezenca esnafên ku bi şaredariya HDP'î re xebitîne wekî "zirara cemaweriyê" hesabinad û xwest di nav mehekê de bê dayîn.    * Haci Bozkûrt ku 20 sal in xîzarkêşiyê dike, diyar kir ku ji ber gaza xweayî her diçe karê wan kêm dibe.    * Meclîsa Giştî ya Bajêr a Êlihê du caran projeya HES'ê red kiribû, lê belê hat diyarkirin ku walîtiyê bi zorê proje daye qebûlkirin. Aktivîstê ekolojiyê Huseyîn Akil, hişyar kir ku heger ev biryar pêk bê dê texrîbateke mezin biqewime.    * Prof. Dr. Hsan Bîlgîlî, tecawizî beytar Ç.B.'yê kiribû. Dê Bîlgîlî û du kesên aliyê wî kiribûn 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şideta Li Hemberî Jinê bê dadgehkirin.    * Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, anî ziman ku dê biryarên derbarê xebatên yekîtiya neteweyî yên ku tevî sazî û partiyên siyasî yên kurd girtne pêk bînin û got, bi tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê xwestin ku pêşî li ber tifaqa neteweyî bê girtin.    * Seroka Komeleya Jinan a Mîmoza Çîgdem Gursoy, diyar kir ku ji bo ku ew li dijî hemû cureyên tundiya li ser jinan têbikoşin û wekheviya zayendî ya civakî belav bikin ketin rê û wiha got: “Êdî jin di malên xwe de ne di ewlekariyê de ne. Em dixwazin ji bo vê asta têkoşînê mezin bikin.”    * Danişîna doza nivîskar Temel Demîer dê li Dadgeha Anadolûyê ya Stenbolê were lidarxistin. (09.55)      * Danişîna doza Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk li Dadgeha Çaglayana Stenbolê berdewam bike. (10.00)   * Danişîna 4'emîn a doza Dozgîn Temo ku ji Rojavayê Kurdistanê hat revandin û anîn Rihayê dê li Dadgeha Rihayê were lidarxistin. (11.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dê bi wesîleya 25'ê Mijdarê "Rapora Tundiya Li Serê Jinan a Bajarên Herêmê" li avahiya xwe bi civînek çapemeniyê ji raya giştî re eşkere bike. (11.00)   * Dayikên Şemiyê dê derbarê doza li 46 kesên di çalakiya wan a 700'î de hatibûn binçavkirin hatiye vekirin dê li ser medya civakî daxuyanî bidin. (12.00)   * HDP, CHP, MHP û Partiya ÎYÎ dê komcivînên xwe yên li Meclîsê li dar bixin. (12.45-13.30-10.45-09.45)   * HDP'a Amedê û TMMOB'a Amedê dê ji bo veguherîna bajarvaniyê ya li taxa Kaynartepeya Rezanê daxuyanî bidin çapemeniyê. (14.00)   * Li gelek bajar û navçeyan jin dê di çarçoveya 25'ê Mijdarê de çalakî û şahiyan li dar bixin. (12.00-19.00)