Hejmara testên pozîtîf ên îro 28 hezar û 351 e 2020-11-25 21:15:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19'ê 168 mirovên din jî mirin. Wezîrê Tenduristiyê ragihand ku îro testa 28 hezar û 351 kesî poîtîf derketiye û hejmara nexweşên îro jî 6 hezar û 814 ye.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, piştî civîna desteya zanistê daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine îro hejmara testên ku pozîtîf derketine 28 hezar û 351 e û hejmara kesên nexweş 6 hezar û 814 ye û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane jî 168 e.