Rojê nêzî 800 kes li Amedê bi vîrûsa Covît-19 dikevin 2020-11-26 09:33:35 AMED - Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran, anî ziman ku li Amedê rojê nêzî 800 kes bi şewba Covîd-19'ê dikevin û bang li welatiyan kir ku xwe bi xwe tevdîrên xwe bigirin.  Şewba Covîd-19'ê cardin li Tirkiyeyê zêde bû û her diçe hejmara kesên pê dikevin û hejmara kesên ji ber dimirin zêde dibe. Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran, rewşa bajêr nirxand.    ROJÊ 800 KES POSÎTÎF DERDIKEVIN    Tûran, anî ziman ku hejmara pêketiyan pir zêde bûye û got, lê belê ji ber ku daneyên jimariyî nayên parvekirin nikarin hejmareke rast bilêv bikin. Tûran, diyar kir ku piştî ku Wezareta Tenduristiyê hejmara nexweşan û hejmara pêketiya ji hev veqetandiye tabloyea derbarê şewbê de tevlihev bûye û got: "Li bajêr rojê 2-2.500 test tên kirin û ji van testan rojê li dor 800 hebi pozîtîf derdikevin."     ZIVISTAN HAT    Tûran, anî ziman ku zivistan hatiye û ji ber ku tevdîr baş nayên girtin hejmar zêde dibin û got: "Nexasim piştî dawiya meha Cotmehê hejmar zêde bûn. Sedema vê jî hatina zivistanê û hejmara kesên li deverên girtî dimînin bixwe ye. Şewb li deverên girtî û qelebalix zû belav dibe. Dibêjin li malê bimînin û ji bo dawiya hefteyê hin tevdîr girtine. Lê belê tişta tê kirin ne di dema liv û tevgera zêde de ye. Halbûkî ji bo şewb kêm bibe, divê liv û tevger kêm bibe."    Tûran, diyar kir ku bi hatina zivistanê re şewb grîpê jî rû daye û got: "Niha jî talûkeyek din rû daye ku şewb Covîd-19'ê û şewba grîpê dibin yek. Li dijî vê xetere û talûkeyê divê welatî jî tevdîrên xwe yên şexsî bigirin. Nexasim jî di vê maskeyê bi kar bînin û di warê pîvanên paqijiyê de baldar bin. Ji bo laşê me karibe bi şewbê re şer bike, divê muqawemeta laşê me xurt be. Lewma divê em di xwarin û vexwarina xwe de baldar bin. Em dikarin bi fêkî û zebze vê yekê bikin. Em dikarin bi vîtamînan jî bikin."   MA / Ergîn Çaglar