Dayîka aştiyê Ozgan: Divê em li ber vî şerî rabin 2020-11-26 09:37:53 ENQERÊ - Li Şengalê yek ji kesên li dijî DAIŞ'ê şer kiribû û jiyana xwe ji dest dabû jî Mîzgîn Ozgan bû. Dayîka wê Dayika Aşîtîyê Kadriye Ozgan, xwest li dijî rageşiya li Herêma Kurdistana Federe hemû dayik dengê xwe bilind bikin û li ber şer rabin.  Piştî ku li Herêma Kurdistana Federe komek hêzên pêşmergeyî yên girêdayî PDK'ê li deverên gerîlayên PKK'ê lê ne hatin bicihkirin û paşê jî di navbera Hikûmeta Iraqê û rêveberiya Kurdistana Federe de hat îmzekirin, fikarên hêzên kurdan zêde bûn. Her wiha li hemberî vê liv û tevgera eskerî ya li herêmê jî her diçe bertekên gel zêde dibin. Dayîka Aşîtîyê Kadriye Ozgan (50) ku keça wê Mizgîn Ozgan di 3'yê Tebaxa 2014'an de li Şengalê di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû bal kişand ser peymana Şengalê û nerazîbûna xwe anî ziman.    'BILA ŞER WERE RAWESTIN'   Ozgan, şerê di 1992-94'an de ku di navbera hêzên kurdan de qewimîbû bibîr xist û got: "Em naxwazin bira bira bikuje. Divê em bi yek bin. Lê em rabûne niha şer nîqaş dikin. Ev xetereyeke mezin e. Banga min li Barzanî heye; wî şerî rawestîne."   'ROLA TIRKÎ'   Ozgan, anî ziman ku gelê Kurd ji bo aşîtiyê her dem amade ye û got, her cara ku zarokekî kurdan tê kuştin bi rojan digirî. Ozgan, bal kişand ser geşedan û qewimînên li Başûr jî û got, tiliya dewleta Tirkiyeyê tê de heye.    Ozgan got: “Heger dewleta tirkî li wir bi ser bikeve, wê dor werê hikûmeta Başûr. Wê hêzên kurd ji herêmê werin derxistin û li dewsa wan wê çete werin wir. Wê li gelê herêmê zilmê bikin. Wê dîsa gelê kurd koçber bibe."   YEKÎTÎ   Ozgan, anî ziman ku ji bo rageşiya heyî zêde nebe, yekîtî bivê nevê ye. Ozgan, destnîşan kir ku heger yekîtiya neteweyî çêbibe, wê kurd bigihêjin armanca xwe û got: “Ji bo çanda kurda winda nabe, ji bo kurd bi zimanê xwe perwerde bibin, divê yekîtî çêbibe. Kurd bigihîjin mafê xwe wê welatiyê din jî bigihîjin mafê xwe. Dewleta tirk bi vê rastiyê dizane, ji bo wê li hemberî kurda şer dike. Divê êdî kurd piştgiriyê nedin Erdogan."   'ÊDÎ BESE'   Ozgan, komkujîya Helebçeyê jî bibîr anî û got, pêwîst e ku hemû kurd li hemberî şer rabin.    Ozgan, wisa berdewam kir: “Êdî bila dayîk negirîn. Bila em nebin lîstok. Kezeba me şewitî. Ji bo zarokê tu kesî nemirin, ez tevli nav dayikê aşîtîyê bûm. Bila dayik biherikin ser sînora û bibêjin em şer naxwazin. Me di şerê Kobaniyê de ev kir. Em dîsa dikarin bikin. Ciwan tên kuştin. Di dewsa wan da em jî dikarin jiyana xwe ji dest bidin. Êdî em kuştina ciwana qebûl nakin. Heya dilopek xwîn di canê min de hebe, ez ê ji bo aşîtiyê têbikoşim. Êdî bes e.”   MA / Emrûllah Acar