Uca jinên li Efrinê hatin revandin ji wezîr pirsî 2020-11-26 11:34:34   AMED - Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca, bi sedan jinên li Efrinê ji aliyê komên çekdar ve hatin revandin ji Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu pirsî.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Feleknas Uca, bi sedan jinên li Efrinê ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê ve hatin revandin ji Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu pirsî. Uca di pirsnameya xwe de bal kişand ser raporên rêxistinên mafên mirovan ên wekî Komîsyona Lêkolîna Serbixwe ya Navneteweyî û Rêxistina Efûyê û wiha got: "Ji 18'ê Adara 2018’an heta niha komên di bin navê Artêşa Mîllî ya Suriye (SMO) de kom bûne û grêdayî Tirkiyeyê ne, li ser gelê Erfrînê zilmek pir mezan meşandin. Di vê pêvajoyê de bi sedan jin revandin. Hêj aqûbeta van jinan nediyar e. Rêxistinên mafên mirovan di orta 2019’an de rapor aşkere kirin û diyar kirin ku 506 kes bi awayekî keyfî hatine girtin. Dîsa di sala 2020'an de jî van komên çekdar mirov û jin revandin. Komên çekdark jinên revandin îşkence li wan kirin. Pere ji wan stendin. Li hemberî pere û mal serbest hatin berdan."     Uca, ji bo Wezîr Çavuşoglu pirsan bibersivîne ev pirs pirsîn:    "*Ji Adara 2018'an heta niha çend sivîl li Efrinê hatin revandin û winda kirin? Çend ji wan jin û zarok in? Jinên ku ji aliyê komên girêdayî Tirkiyeyê ve hatin revandin aqûbeta wan çiye?    *Tu polîtîkayên we yên li dijî revandina jinên Efrinê û cezakirina van kesên direvînin heye? Li dijî talankirin, wêrankirin û îşkenceya li miovên Efrînê tê kirin tu xebatên we hene?    *Ji bo jin û keçên ku Artêşa Mîllî ya Suriye revandine dîsa teslimî malbatên wan bên kirin tu xebatên we hene?    *Der barê van komên ku 2 salin mafên mirovan binpê dikin de tu xebatên we hene?    *Komên çekdar ku Tirkiye piştgiriyê dide wan, li Efrînê aşkere mafên mirovan binpê dikin. Der barê van kesan de tu xebatên zagonî û hiqûqî heye? Ger ku nehatibe kirin çima? Dê tu lêpirsîn û darizandin bê kirin ya na?