Polîsan bi ser HDK'ê de girtin û amûrên dijîtal desteser kirin 2020-11-26 13:29:59   STENBOL - Polîsan şevê din dema kes li avahiyê tune bû, bi ser avahiya Navenda Giştî ya HDK'ê de girtin. Polîsên bi ser avahiya HDK'ê de girtin, amûrên dijital desteser kirin.    Polîsan şevê din dema kes li avahiya Navenda Giştî ya HDK'ê tune bûn, bi ser avahiyê de girtin û lêgerîn kirin. Polîsan di serdegirtina Navenda Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ku li Navçeya Beyoglu ya Stenbolê ye de, lêgerîn kir û amûrên dijîtal desteser kirin. Hat fêrbûn ku dema kes li avahiyê tune bû polîsan bi ser avahiyê de girtiye. Dîsa dema polîsan bi ser HDK'ê de girtin, agahî nedan rayedarên HDK'ê. Polîsên ketin avahiyê derî şikandin û ketin hundirê avahiyê. Polîsan gelek pirtuk ji desteser kirin û alavê mayî jî li der û dorê belav kirin. Piştî di saetên serê sibê de rêveberên HDK’ê çûn avahiyê dîtin ku polîs ketine hundi û lêgerîn kirine û piştre gelek amûrên tijîtal desteser kirine. Hevberdevka HDK'ê Îdîl Ugurlu û Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum, çûn avahiyê û niha lêkolîn dikin ku çi hatiye desteserkirin.  Rêveberên HDK'ê tê dêkildarî mijarê saet di 14.30’an de li pêş avahiya HDK'ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.