Sancar wê 3 rojan li Mêrdînê hevdîtinan pêk bîne 2020-11-26 14:35:01   MÊRDÎN – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di çarçoveya bernameya partiya xwe de dê 3 rojan li Mêrdînê serdana xelkê û hin hevdîtinan bike.    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîhtat Sancar di çarçoveya bernameya partiya xwe de tê Mêrdînê. Wê bernameya Sancar 3 rojan li Mêrdînê bidome û di van rojan de wê hevdîtina bi nûnerên rêxistinên sivîl û xelkê re bike û her wiha dê serdana esnafan bike. Sancar wê di 28-29-30’ê mijdarê de li Mêrdînê bernameya xwe birêve bibe û wê biçe serdana navçeyan jî.