DMME biryarek sosret da: HDP ne di statûya mexdûriyetê de ye 2020-11-26 14:51:29   ENQERE – DMME’yê ji serlêdana HDP’ê ya derbarê rakirina destnedayîna parlamenteran û girtina wan de got: “HDP ne di statûya mexdûriyetê de ye. Ev nayê qebûlkirin.”    Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) bersiva serlêdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) da. HDP’ê bi boneya rakirina destnedayîna parlamenterên xwe û girtina wan serî li DMME’yê dabû. DMME’ê bi sosretiyekê ji serlêdana HDP’ê re got: “Nayê qebûlkirin.” DMME’yê di biryara xwe de diyar kir ku serlêdana takekes a parlamenteran didome û HDP ne di asta statûya mexdûriyê de ye.