Ehmed: Niha dixwazin pêkanînên DAIŞ’ê bi qanûnan bixin meriyetê 2020-11-27 09:12:41 NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Desteya Reveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Xelef Ehmed diyar kir ku bi berxwedana êzidiyan û heval û hogirên wan Şengal ji DAÎŞ'ê hatiye rizgarkirin û pêwistiya wan tuneye ku hêzên Iraqê bên wan biparêzin. Di 9'ê cotmehê de di navbera Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Federa ya Kurdistanê deli ser rêveberî û parastina Şengalê peymanek hat îmzekirin. Di peymanê de biryar hatibû girtin ku pêşmerge û hin hêzên girêdayî Hikûmeta Navendî ya Iraqê vegerên Şengalê. Ji ber ku dema DAIŞ’ê êrişî Şengalê kiribû hem pêşmerge hem jî hêzên girêdayîn Hikûmeta Navendî ya Iraqê şengeliyan bi tenê hiştibûn û reviyabûn, peymana di navbera wan de ji aliyê şengaliyan ve nayê qebûlkirin. Li gel vê yekê jî Hikûmeta Navendî ya Iraqê di rojên dawîn de hejmareke zêde hêzên nû derbasî Şengalê kiriye û dixwaze Şengalê bike bin kontrola xwe û pêşmergeyan.   'EM LI HEMBERÎ PARASTINA SÎNORÊN IRAQÊ NININ'   Civaka Êzidî li dijî vê pêkanîna Hikûmeta Navendî ya Iraqê û provakasyona PDK’ê ya li hemberî xwe bi bertek e û li ser piya ye. Endame Desteya Meclîsa Reveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Xelef Ehmed derbarê mijarê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û nirxandinên girîng kir. Xelef Ehmed, diyar kir ku di 9'ê cotmehê de biryareke weke fermaneke li ser Şengalê hatiye girtin û got: “Weke civaka êzidî em ne bi vê biryarê re ne. Tevahiya civaka êzidî vê biryarê qebûl nake. Biryara ku beyî vîna civaka êzidî hatiye dayîn tê wateya tunehesibandina vê civakê. Em bang li Hikûmeta Iraqê û hemû sazî û dezgehên dewletê dikin ku vê biryarê bidin sekinandin. Niha bi dehan leşkerên Iraqê derdora Şengalê girtine. Em weke civaka êzidî ne li hemberî parastina sînorên Iraqê ne. Lê em biryara nenaskirina civaka êzidî qebûl nakin. Beriya fermanê leşkerên Iraqê û peşmergeyên PDK'ê li vir bûn, lê wan civaka êzidî neparast.”   ‘BI RIYA QANÛNAN KINCÊN DAÎŞ'Ê LI XWE KIRINE’   Di berdewamê de Ehmed, destnîşan kir ku pêdiviya wan bi parastina hêzên Iraqê nîne û wiha got: “Bi vê biryarê birînên gelê Şengalê dîsa vekirin. Ji ber ku em ne mihtacî vê biryarê ne. Em mihtacî biryara avakirina Şengalê bûn. Ev gel çend sal in di konan de û li çiya de di nav zor û zehmetiyan de dijî. Pêwîst bû ku dewletê ev nîqaş kiriba. Ev çend sal e xelkê me ditirsînin û bi derbasbûyina Tirkiyeyê ya Şengalê gef dixwin. Bi dehan caran Şengal ji hêla DAÎŞ'ê ve hat firotin. Niha bi riya qanûnan kincên DAÎŞ'ê li xwe kirine û dixwazin li Şengalê heman tiştî pêk bînin. Em weke civaka êzidî vê qebûl nakin. Bi berxwedana êzidiyan û heval û hogirên me Şengal ji DAÎŞ'ê hat rizgarkirin.”   'EM BIZANIN KU NIYETA WAN NE XERABE EM Ê WAN PÊŞWAZÎ BIKIN'   Ehmed, bi lêv kir ku weke her welatiyê Iraqê doza mafên xwe dikin û bi van gotinan axaftiina xwe bi dawî kir: “Em bizanibin ku niyeta wan ne xerabe em ê wan pêşwazî bikin. Lê mixabin ne wisa ye. Di 2015'an de xelkê Şengalê destûra Iraqê pêk anî. Derveyî heqê xwe tiştekê ku ne bi riya qanûnê be me tu caran qebûl nekiriye. Em dixwazin ku sazî û dezgehên ku hatine avakirin dewlet di berçavan re derbas bike. Lê heger dewlet me nas neke, em ê jî dewletê nas nekin. Heke dewletê me nas bikira wê asayîş, YBŞ, YCŞ û Meclîsa Xweseriya Şengalê nas bikira. Daxwaziyên me vekirina gorên komî û rizgarkirina jin û zarokên me yên di destê DAÎŞ'ê de ne. Derveyî vê dewlet nikare vê biryarê bi me bide qebûl kirin.”   MA / Zeynep Dûrgût