Dozgeriyê tam 5 salan 'têkiliya bi rêxistinê' ra ya 24 sivîlên hatin kuştin vekolaye 2020-11-27 09:15:23 MÊRDÎN – Hîn jî kiryarên 24 sivîlên ku di dema qedexeyên derketina kolanan a Nisêbînê de hatibûn kuştin nehatine aşkerekirin. Derbarê dosyeyên her 24 kesan de jî "biryara lêgerîna daîmî" hat girtin. Her wiha heya niha îfadeya polîsekî jî nehatiye girtin û dozgeriyê 5 salan hesabê medyaya sosyal ên kesên ku jiyana xwe ji dest dane vekolane û bi vê yekê xwestiye "têkiliya wan a bi rêxistinê" re derxîne holê.  Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê cara ewil di 1'ê Cotmeha 2015'an de qedexeya derketina kolanan hatibû ragihandin û ev qedexe 8 caran li ser hev hatibû îlankirin. Di dema qedexeyê de nexweş, astengdar û yên nikaribûn biçin nexweşxaneyê jî di nav de 25 sivîl jiyana xwe ji dest dabûn. Derbarê 24 kesên jiyana xwe ji dest dabûn lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lê belê ev lêpirsîn heya niha bi qasî serê derziyê jî pêş de neçûye û hema bibêje wekî berê ye. Her wiha bi ser de jî derbarê dosyeyên kesên navbirî de jî "biryara lêgerîna daîmî" hatiye girtin.    Kesên di dema qedexeya derketina kolanan de bi çekên polîs û eskeran hatin kuştin di raporên rêxistinên mafên mirovan de jî cih girtin. Çendî ku rêxistinên mafên mirovan derbarê kuştina sivîlan de bang kirin ku lêpirsîneke çalak bê destpêkirin jî, lê belê 5 sal in têkildarî mirina van sivîlan de îfadeya esker û polîsekî jî nehatiye girtin.    Tişta ecêb û balkêş jî ew e ku di dosyeya lêpirsînê de ku Serdozgeriya Nisêbînê li gor daneyên Midûriyeta Polîsan a Nisêbînê amade kiribû û paşê ji Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê re şandibû, derket holê ku ji dêvla ku derbarê kiryaran de lêkolîn bê kirin, derbarê kesên hatine kuştin de lêkolîn hatiye kirin. Di dosyeyê de ligel zanyariyên nasnameyên kesên jiyana xwe ji dest dane, dîroka PKK'ê jî hatiye nivîsandin. Piştî van agahî û zanyariyan di dosyeyê de bûyerên di dema qedexeyên derketina kolanan de qewimîne jî hatine rêzkirin û ji bo çekşixulandina esker û polîsan jî hatiye gotin ku "mudaxileya çekdarî ya li gor usûlê."    MERASÎMÊN CENAZEYAN HATIN VEKOLANDIN    Di dosyeyê de behsa merasîmên cenazeyên sivîlan jî hatiye kirin. Di dosyeyê de wêneyên derbarê merasîmên cenazeyan de yên li ser Facebookê û di rojnameyên înternetê yên herêmî de hatine parvekirin jî cih girtine. Di dosyeyê de ji bo pankarata li ser "Şehîd Namirin" hatiye nivîsandin û desmala kesk û sor û zer a li ser darbestan hatiye kirin jî wekî "propagandaya rêxistinê" hatiye hesibandin.    ZAROKÊ 15 SALÎ WEKÎ 'ENDAMÊ RÊXISTINÊ' HESIBANDIN    Di dosyeyê de kifş e ku hesabê medyaya sosyal ên kesên jiyana xwe ji dest dane giş hatine vekolandin û parvekirinên wan jî hatine bicihkirin. Di dosyeyê de ji bo Hakan Dogan ê 15 salî hatiye gotin ku "endamê rêxistinê" ye. Dozgeriyê di fezlekeyê de wêneyê kesekî serçavê wî bi temamî nixumandiye û di rûpela Hakan Dogan de hatiye parvekirin û şîroveya kesekî ku derbarê Hakan Dogan de gotiye "Birayê min ê hêja, bawer bike min pir bîriya te kiriye... Ş. Hakan Dogan" jî wekî "endamtiya rêxistinê" hesibandiye.    KESÊN JIYANA XWE JI DEST DANE    Li gor raporên rêxistinên mafên mirovan amade kirine, li Nisêbînê di dema qedexeyên derketina derve de navê kesên jiyana xwe ji dest dane ev in: Ahmet Sonmez (54), Şahîn Tûran (25), Selamet Yeşîlmen (44), Hasan Dal (45), Mûsûr Aslan (19), Abdulkadîr Yilmaz (65), Mûhammet Altûnkaynak (20), Nûrhan Kaplan (45), Şerîf Alpar (55), Sedat Gungor (22), Mehmet Emîn Înan (55), Cûdî Teber (23), Mahsûm Akdogan (19), Fehîme Akti (56), Hakan Dogan (15), Medenî Orak (45), Rohat Karakoç (25), Hasan Korkmaz (60), Mehmet Pîtek (40), Heyhat Mujde (43), Saadet Mujde (19), Fehîme Kûrûmaz (11), Dilşa Ak (59) û Emîre Gok (39). Her wiha Emîn Oz ê 55 salî jî di dema qedexeya 6 rojan de ku di 1'ê Cotmeha 2016'an de hatibû ragihandin, ji ber ku nikaribûye dayika xwe ya astengdar bibe nexweşxaneyê xwe kuştibû.    MA / Ahmet Kanbal