Daxwaza welatiyan a ji HDP'ê: Ji bo şikandina tecrîdê têbikoşin 2020-11-27 09:16:03 SÊRT - Hevserokê HDP'a Sêrtê Yûsûf Batûr, anî ziman ku daxwaza welatiyan ew e ku ji bi şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bitêkoşin û divê tecrîda li Îmraliyê û ser civakê bê rakirin.  Her diçe tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê girantir dibe. Lewma li çar hawirdorên cîhanê, li herêmê û Tirkiyeyê her diçe bertek û nerazîbûnên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan zêde dibin. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Sêrtê Yûsûf Batûr jî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê nirxand û ji bo aştî pêk bê bal kişand ser şikandina tecrîdê.    'TECRÎD LI HER DERÎ YE'    Batûr, destnîşan kir ku di serdanên gund, tax, bajarok, navçe û navenda bajêr a Sêrtê de welatî daxwazên xwe tînin ziman û yek ji van daxwazên sereke jî têkoşîna li dijî tecrîdê ye. Batûr, anî ziman ku gel dixwaze rojek berî rojekê tecrîd bê rakirin û wiha got: "Gel ji me dipirse, 'Çima tecrîda li ser Ocalan didome?' Daxwaza gel ew e ku ji bo tecrîd bê şikandin ji destê kê çi tê divê bike. Daxwaza gel, pêşî rakirina tecrîdê û dû re azadî ye."    Batûr, anî ziman ku tecrîda êdî li hemû qadan belav bûye û got: "Tecrîda ku di sala 1999'an de li Îmraliyê dest pê kir, niha li gelek deran didome. Bi tecrîdê tê xwestin ku bi darê zorê bidin qebûlkirin."    REWŞA ABORΠ   Batûr, diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan bênavber didome û got: "21 sal in didome. Jixwe rewşa me ya aborî li holê ye. Wezîr îstifa kir. Dolar firiya. Ev tenê hêla wê ya aborî ye. Perê ji bo şer tê veqetandin, têkiliya wê bi tecrîdê re heye. Gava tecrîd giran dibe, şer jî dijwar dibe û ji bo vî şerî pere tê xerckirin. Ev pere jî ji bêrîka gel diçe. Lê belê heke tecrîd bê rakirin û aştî çêbibe, dê rewşa aboriyê jî baş bibe."    BÊHIQÛQÎTIYA LI ÎMRALIYÊ    Batûr, destnîşan kir ku yek ji muxatabên bêhiqûqîtiya li Îmraliyê jî Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ye. Batûr, anî ziman ku CPT, tenê daxuyaniyan dide lê belê tu gavên berbiçav navêje û wiha domand: "Daxuyaniyên xwe jî bi tirs dide. Divê wêrek be û li gor wê gavina bavêje. Nebûna hevdîtina bi telefon, bi parêzer û malbatê re wekî tiştekî asasî tê nîşandan. Lê belê divê her hefte hevdîtin çêbibe. Di vir de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî bi qasî CPT'yê sûcdar e. Wan jî xwe li bêdengiyê daniye."    ‘HEYA TECRÎD RANEBE DÊ ŞER HEBE'    Batûr, anî ziman ku sedeme tecrîdê jî şerê li Rojhilata Navîn e û got: "Feraseta ku ez Ocalan tecrîd bikim ez ê wê derê çavtirsandî bikim û ez ê kurdan hemûyan têxim bin kontrola xwe, heye. Ji ber vê tecrîdê didomînin. Lê belê heya ku tecrîd ranebe, dê şerê li Rojhilata Navîn jî neqede"