Li Qoserê kesek hat binçavkirin 2020-11-27 09:24:51 MÊRDÎN - Hevserokê DBP'ê yê Qoserê Mahmût Damar di serdegirtina malê de hat binçavkirin.  Polîsan di saetên serê sibê de bi ser mala Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Navçeya Qoserê Mahmût Damar de girtin û binçav kirin. Damar ê hinceta binçavkirina wî nehat zanîn, piştî lêgerîna di malê de birin Miduriyeta Polîsan a Navçeyê.